Îsraîl li Xezayê sivîlan hedef digre
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Xezayê de, bi dehan Filistîniyên ku sê ji wan zarok bûn jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl bi êrîşên xwe yên li ser Îranê re, bombebarana li ser Xezayê jî didomîne.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA’yê, artêşa Îsraîlê Filistîniyên ku li nêzî navendeke belavkirina alîkariyê li Kolana Selahedîn, li başûrê Korîdora Netzarim a li navenda Zîvala Xezayê li bendê bûn, hedef girt. Di êrîşê de du Filistînî hatin kuştin û 35 kesên din jî birîndar bûn. Birîndaran û cenazeyên kesên hatin kuştin rakirin Nexweşxaneya Avde ya li Nuseyratê li navenda Zîvala Xezayê.
Sivîl hatin hedefgirtin
Di êrîşa ku li ser Kampa Penaberan a Deir Belaxê çêbû, malek hat hedefgirtin de, Filistîniyek jiyana xwe ji dest da. Filistîniyên ku li herêma Mawassî ya rojavayê Xan Yûnisê bi zorê ji cih û warên xwe hatibûn koçberkirin, ji aliyê balafirên bê mirov ên artêşa Îsraîlê ve hatin lêdan. Di êrîşê de hinek kesan jiyana xwe ji dest dan. Îsraîlê her wiha gule li Filistîniyên ku li nêzî navenda belavkirina alîkariyê ya li herêma Şakuş a bakurê rojavayê Refahê sekinîbûn, reşand. Li wir sivîl jî hatin kuştin. Di bombebarana bajarê Xezayê de sê zarokên ku du ji wan xwişk û bira bûn, jiyana xwe ji dest dan.
Karesateke mirovî tê jiyîn
Îsraîlê ji 2’yê Adarê ve hemû deriyên sînor ên bejahî yên nava Xezayê girtine. Ji bo bi sedan kamyonên alîkariyê yên derbas dibin tenê destûr ji hejmareke sînorkirî re tê dayîn bikevin herêmê. Hat ragihandin ku rojane herî kêm 500 kamyonên alîkariyê li Xezayê hewce ne.
Artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên li ser Xezayê didomîne û ji ber bombebarana dijwar, birçîbûn, koçberiya bi darê zorê û wêrankirina binesaziyê karesateke mezin a mirovî li Xezayê her diçe dijwartir dibe.