Îsraîl li Xezayê 246 rojnamevanan qetil kir

Ofîsa Medyayê ya Filistînê ya li Xezeyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de heta niha 246 rojnamevan hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yê li dijî Xeza bê navber didome. Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Filistînê ya li Xezeyê, têkildarî rojnamevanên hatine qetilkirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de lîsteyeke navên rojnamevan û xebatkarên medyayê yên ku hatine qetilkirin hate weşandin.

Li gorî lîsteyê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di êrîşên Îsraîlê li dijî Xezayê de 246 rojnamevan hatine qetilkirin.

Duh 5 rojnamevan hatin qetilkirin

Duh di êrîşa Îsraîl de 5 rojnamevan hatin qetilkirin. Di êrîşa herî dawî de nûçegîhanê wêneyan ê Ajansa Nûçeyan a Reuterê Husam el-Misrî, kameremevanê televîzyona Qeterê Al Jazeera Muhammed Selame, Meryem Ebu Dekka ya ku di Independent Arabîa û AP’ê de rojnamevanî dikir, rojnamevan Muaz Ebu Taha yê ku li NBC News a Amerîkî dixebitî û rojnamevan Ahmed Ebu Azîz hatin qetilkirin.