Îsraîl li nexweşxaneyan sûcên mezin dike

Ji Cotmeha 2023’an ve heta niha êrişên Îsraîlê li ser Xezayê didomin. Di êrişan de nexweşxane hatin hedefgirtin, rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku sûsên mezin tên kirin.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomin. Ji ber êrişên li ser nexweşxaneyan, xizmetên tendirustiyê rawestiyane.

Artêşa Îsraîlê nexweşxaneya El-Ehli Baptis a li bakurê Zîvala Xezayê kir hedef. Şahidan diyar kirin ku artêşa Îsraîlê, bi topan êrişî nexweşxaneyê kiriye. Der barê windahiyan de tu agahî nehat parvekirin. Nexweşxaneya El-Ehlî Baptist tekane navenda tendirustiyê bû ku piştî di 27’ê Kanûnê de artêşa Îsraîlê nexweşxaneya Kemal Adwan li bakurê Zîvala Xezayê şewitand û ji xizmetê derketî, xizmet dida. 

‘Îsraîl di warê mafên mirovan de tu sînoran nas nake’

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Derya Spî- Ewropa (Euro- Med), ragihand ku artêşa Îsraîlê di dema êrişên li dijî nexweşxaneya Kemal Adwan de ji derveyî înfazan, êrişên fîzîkî û zayendî jî kiriye. Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Euro-Med ve hat diyarkirin ku li bakurê Zîvala Xezayê ku Îsraîlê lê êriş kiriye, mafên mirovan bi her awayî hatine binpêkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê di êrişên di 27’ê Kanûnê de di dema tehliyekirina nexweşxaneya Kemal Adwan û şewitandina wê de, li dijî Filistîniyan kiryarên dermirovî kirine.

Di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li dijî Zîvala Xezayê didomin de 17 hezar û 492 zarok, 11 hezar û 979 jin jî di nav de, 45 hezar û 484 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. 108 hezar û 90 kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku hê jî di bin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene, sazî û nexweşxaneyên ku gel xwe spartinê tên hedefgirtin û warên sivîlan tên xirabkirin.