Îsraîl li navenda Xezayê nexweşxaneyek bombebaran kir
Di encama bombebarana Îsraîlê de li ser çadireke awareyan li nav nexweşxaneyeke Xezayê, gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndarkirin û 3 rojnamevan jî birîndar bûn.
Xeza – Êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê didome. Duh, Îsraîlê konekî penaberan a li nav nexweşxaneyekê li navenda Zîvala Xezayê bombebaran kir. Di encama bombebarana ku gelek kes jiyana xwe ji dest dan de, 3 rojnamevan jî birîndar bûn.
Bombebarana berdewam ji aliyê hêzên Îsraîlê ve rewşa mirovî aloztir dike û navendên bijîşkî yên mayî yên ku li Zîvala Xezayê kar dikin.
Bombebaranê konek ku mirovên ji cihên xwe bûne kir armanc. Ji ber bomberdûmanê kon bi temamî rûxiya gelek kes jî jiyana xwe ji dest dane.