Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Lûbnanê zêde dike
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ragihand ku êrîşên hewayî yên Îsraîlê li ser Lûbnanê zêde bûne û di encamê de bi dehan sivîl hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyan, di saetên şevê de êrîş li gelek deverên Lûbnanê pêkhatiye. Tenê di van êrîşan de herî kêm 9 sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Balafirên şer êrîşî bajarokên El-Cemaliye, Debaal û her wiha derdora Bibatuliye, Dêr Qanûn û Ras El-Eyn kirin. Di heman demê de topbaran jî li ser El-Beyada û Bint Cibêl pêkhatiye.
Di nav qurbaniyan de du karmendên tenduristiyê jî hene. Li El-Heniya 7 kes hatin kuştin, li Cûya 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. Li Dêr El-Zehranî 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes birîndar bûn. Li El-Rîhan 4 kes û li Abbayê 2 kes hatin kuştin.
Her wiha du karmendên Desteya Tenduristiya Îslamî di êrîşa li ser navenda wan, nêzî Nexweşxaneya Bint Cibêl, de hatin kuştin.
Hêzên Îsraîlî şev ketin bajarokê Kefarşûba û li wir operasyon kirin. Îro zêdetirî 19 êrîşên hewayî li ser 12 bajarokên Başûrê Lûbnanê hatin pêk anîn; di encamê de kuştî, birîndar û wêrankirina malan qewimî.