Îsraîl êrîşên xwe yên li dijî Xezayê didomîne
Îsraîl li Zîvala Xezayê êrîşê sivîlên ku li noqteyên tenduristiyê li benda alîkariya xûrekê bûn kir. Di encama êrîşên li dijî Xezayê de piraniya wan zarok û jin 28 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yê li dijî Xezayê didome. Di êrişên ku artêşa Îsraîlê di saetên sihare de li dijî herêmên cuda yên Zîvala Xezayê pêkanî de, kesên benda alîkariyê jî di nav de piraniya wan jin û zarok 28 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin, leşkerên Îsraîlê li herêmên cuda yên Xezayê mal û konên aydê Filistîniyan û Filîstiyên ku ji bo zarokan li nuqteyên belavkirina xûrekan li benda alîkariyê bûn, hedef girtin.
Her wiha hat ragihandin ku Îsraîlê bi wesayîtek hewayî ya bêmirov (ÎHA) re êrîşê Xezayiyên ku li nêzîkî nuqteyeke tenduristiyê ya li bajarê Deyr el-Belah li benda belavkirina xûrekê bûn, kir. di êrişê de piraniya wan zarok û jin 13 kes jiyana xwe ji dest dan.
Di êrîşa li Kampa Penaberan a Bureycê ya li dijî malekî aydê Filistîniyan pêkhat de jî, ji endamên malbatê 4 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li Kampa Penaberan a Nuseyratê jî di du êrîşên artêşa Îsraîlê li dijî qada kombûna sivîlan û malek de jî 2 Filîstînî jiyana xwe ji dest san û 10 kes jî birîndar bûn.
Îsraîlê hinek qadan wekî herêma qedexekirî ragihand
Îsraîlê ku Zîvala Xezayê perçeyê blokên biçûk ên bihejmarkirî kir û av herêman wek "herêmên qedexekirî" ragihand; piştî “banga sirgûnkirinê” li Xan Yûnis û rojhilatê bajarê Xezayê hejmarek zêde xaniyan hilweşand.
Piştî hilweşandinê, di tevahiya saetên şevê de êrîşên bi top û bombe berdewam kir. Îsraîlê ku li dijî “herêmên qedekirî” bi dijwarî êrîş kir, dixwaze Filistîniyên li qadên diyar biçin û carek din nevegerin. Wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê, di saetên siharê de li dijî herêma Maslahê ya li başûrê-rojavayê Xan Yûnisê fişek û rondikbariner avêt. Li herêmên ku wesayîtên leşkerî pêş diçin, hinek kes birîndar bûn û hinek ji gaza rondikbariner bandor bûn. Bi sedan malbat, ber bi herêmên bakur-rojava û beşên hundirê Mevasiyê re ji nû ve hatin koçberkirin.