Îsraîl di 24 seatên dawî de 136 Filistiniyan qetil kir

Hate zanîn ku di êrişên 24 saetên dawîn ên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 136 Filistînî hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê ji berbanga duh ve bi dijwarî herêmên bakurê rojavayê Xezayê topbaran û bombebaran dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên tenduristiyê ji Xezayê ragihandine, di êrişên 24 saetên dawîn ên li ser Xezayê de zêdetirî 136 kes hatin kuştin ku piranî jin û zarok in.

Medyaya filistînî ragihand ku balafirên Îsraîlê duh bi şev li devera Beyt Lahiya û Cibalya yên Xezayê mal û çadirên niştecihan bombebaran kirin. Hate gotin, di encama bombebaranê de bi dehan kes bûn qurbanî.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) "Balafirên dagirkeran li kampa Teberiya ya herêma Mewasî ya Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê çadireke koçberan bombebaran kir. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Rewşa piraniya birîndaran jî giran e."

Hate ragihandin li bajarokê Qerara yê bakurê Xan Yûnisê mala El Axa hat bombebarankirin, di encama bombebaranê de 3 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Her wiha hate gotin di bombebarana hêzên Îsraîlê ya li herêma Amûdî ya bakurê Xezayê de jî 2 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn ku di nav de zarok hene.

WAFA’yê bal kişand ser rewşa li bajarokê Fexarî yê li rojhilatê Xan Yûnisê û derdora Nexweşxaneya Ewropî û diyar kir ku rewş pir zehmet e, êrişên Îsraîlê dewam dikin, înternet qut e, aqûbeta bi dehan malbatan nayê zanîn.

Her wiha WAFA’yê da zanîn: "Bi sedan birîndar tên nexweşxaneyan. Nexweşxane têra wan nakin. Pêdiviyên bijîşkî jî gelekî kêm bûne. Ev yek nîşan dide ku hejmara qurbaniyan, bi taybetî yên ku bi giranî birîndar bûne, bêtir dibe."

Li gorî daneyan, di 24 saetên dawîn de li başûrê Xezayê 83, li deverên navîn 5, li bajarê Xezayê 11 û li bakurê wê 37 kes hatine kuştin.