Îsraîl bebik û zarokan dikuje!
Li Zîvala Xezayê, ji ber ku êrîşên Îsraîlê didomin, hat diyarkirin ku zarok ji birçîna dimrin. Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê bi lîsteyek navê 16 hezar bebik û zarokên ku hatine kuştin weşand.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê bênavber didomin. Ji ber ku Îsraîl nahêle alîkarî bikevin herêmê, jin û zarok ji pêdiviyên bingehîn bêpar dimînin.
Serokê Heyva Sor a Filistînê Dr. Yunus El-Xetîb, daxuyanî da û bal kişand ser xela û birçîbûna li Zîvala Xezayê û got: "Li gorî nûçeyan zarok ji birçîna dimrin. Raporên ku diyar dikin ji sedî 90 zarok di sînorê birçîbûnê de dijîn hene û jixwe zarok ji birçîna dimrin. Di rojên dawî de 29 kes ji birçîna mirin.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji bo belavkirina alîkariyan, korîdorên bi ewle werin vekirin û hat diyarkirin ku her roj li Xezayê mirov di nava bêdengiyê de dimrin û tu gotinek ku vê rewşê pênase bike nemaye.
Navê zarokên hatine kuştin hatin weşandin
Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê ragihand ku ji 7’ê Cotmeha 2023'yan ve heta niha di êrîşên Îsraîlê de ji 16 hezarî zêdetir bebik û zarok hatine kuştin û navê wan weşand. Di lîsteya wezaretê de navê 16 hezar zarokên ku di êrîşên li Xezayê de hatine kuştin cih girtin. Tevî navê wan, hejmara nasnameyê, dîroka jidayikbûnê û temenê wan jî hatin weşandin.
Bebikên di bin yeksalî de hene
Li gorî raporê hat ragihandin ku 16 hezar û 503 zarokên ku di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin, 916 ji wan hê di bin yeksalî de ne. Di êrîşan de di navbera 1-5 mehî de 4 hezar û 365, di 6-12 salî de 6 hezar û 101 û di 13-17 salî de jî 5 hezar û 121 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev hejmar tenê îstatîstîk nîn in, ev sûcê ku li dijî nifşek tê kirin û îsbata bi lanet a şerm û bêdengiya li hemberî tunekirina mirovan e.”
Li gorî daneyên herî dawî yên Wezareta Tendirustiyê, di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta de li Xezayê 53 hezar û 762 kes hatine kuştin, 122 hezar û 197 kes jî birîndar bûne. Her wiha tê diyarkirin ku di bin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene.