ÎSÎG: Di meha Gulanê de 139 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li Tirkiyeyê di meha Gulanê de 139, di 5 mehên destpêkê yên sala 2024’an de jî 738 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane 2 jê zarok 3 jî jin in.

Navenda Nûçeyan - Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) encamên Rapora Cînayetên Kar a 5 mehên destpêkê yên sala 2024’an eşkere kir.

Li gorî raporê, di 5 mehan de herî kêm 738 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane, di meha Çileyê de 161, di Sibatê de 149, di Adarê de 124, di Nîsanê de 165 û di Gulanê de 139 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Bajarê ku di meha Gulanê de herî zêde cînayetên kar lê çêbûn Stenbol bû, 15 karker li di qezayên kar de mirin. Piştî Stenbolê bi 8 cînayetên li cihê kar Bursa, bi 7 cînayetên li cihê kar Enqere û Sakarya û bi 6 cînayetan Riha tên. Li gorî raporê 2 zarokên karker ên temenê wan di navbera 15-17 salî de di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 3 ji kesên jiyana xwe ji dest dane jin in.

Her wiha hat parvekirin ku sektora herî zêde cînayet lê pêk hatine sektora înşaet û riyan e ku bi 39, 25 di sektora çandinî û daristanan de 25 kedkar, 22 karker di sektora veguhestinê de, 8 karker di sektora metal û 7 karkeran di kargeha razan-kêfê de jiyana xwe ji dest dane.