Îranê qedexeya hevdîtinê da 27 girtiyên jin
Rayedarên girtîgeha Evînê ya Îranê, Pexşan Ezîzî û Warîşe Muradî jî di nav de qedexeya hevdîtinê da 27 girtiyên jin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250207-20250118-ywyn-1-jpgf2a3ec-image-jpge9d4a1-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên jin bê navber dewam dikin. Li gorî medya rojhilatê Kurdistanê, rayedarên girtîgeha Evîn cezayê "3 hefte wê ji mafên xwe yên destpêkê bê par bên hiştin" li 27 girtiyên jin biriye. Raydar nahêlin ev girtî sê hefteyan bi kesekê re biaxivin û ji mafên wan yên wergirtina xurekan bê par bihêlin.
Li gorî heman çavkaniyê ji ber ku girtiyên jin dema du dadwerên Îranê hatibûn kuştin stran gotine, ceza li wan biriye.
Navê girtiyên jinên siyasî yên hatine cezakirin wiha ne; Arzu Azram Safat, Şîwa Îsmaîlî, Samane Esxerî, Rayhana Ensarinejad, Gulrox Îrayî, Sakîne Perwana, Farûx Taqîpûr, Meryem Hacî Hisênî, Nahîd Xudaco, Azam Xizrî Cewadî, Lian Derwîş, Mehbube Rezaî, Hamraz Sadiqî, Zehra Sefayî, Mulud Sefayî, Meşhod Seydal, Pexşan Ezîzî, Mesume Esgerî, Merziye Farisî, Îlahe Fuladî, Spîde Qilyan, Werîşe Mûradî, Nêrgiz Mensurî, Tahêre Nurî, Huura Nîkbext û Meryem Yehyewî”
Hêjayî gotinê ye ku di 18’ê meha Çileya îsal de li Tahranê, du dadwerên bi navê Mihemed Muqeyse û Elî Razînî hatibûn kuştin.
Hêjayî gotinê ye. Di sala 2011’an de Yekitiya Ewropa û di sala 2019’an de jî Emerîkayê Mihemed Muqeyse xistibû nava lîsta cezayan. Di sala borî de jî Emerîkayê carek din Muqeyse û şeş dadwerên din ên Îranê ji ber binpêkirinên ku li beramberî mafên mirovan pêkanîne, ceza li wan birîbû.