Îran vîzeyên xwendekarên Efganî rawestand

Li Efganistanê bi domandina qedexeya ji bo mafê perwerdeya jinan, Komara Îslamê ya Îranê bi zanîn vîzeyên xwendekaran rawestand. Vê yekê jî pirsa ‘gelo hevkariyeke veşartî bi Talîbana ku di warê werdeyê de zextê dike re heye?’ tîne bîra herkesî.

RONAK ŞEHBAZÎ

Tehran – Li Efganistanê rewşa perwerdeya jinan û zarokên keç, ji sala 2021’an ve bi hatina Talîbanê re xirabtir bûye.

Talîbanê xwendina zarokên keç ên ji 12 salî mezintir qedexe kir û deriyên zanîngehan li jinan girt. Niha Efganistan li cîhanê yekem welat e ku piştî pola şeşemîn zarokên keç nikarin bixwînin. Tevî vê yekê jî ji bo gelek jinan, dibistan û zangîngehên li Tehranê, bûbûn hêvî lê ev hêvî ne tenê ji bo yên li Efganistanê hatine cîhanê, ji bo yên li Îranê hatine cîhanê jî her diçe tune dibe.

Astengiyên pêşîn ên li pêş perwerdeyê: Dijminahiya Efganan û polîtîkayên dermirovî

Ji bo gelê Efgan li Îranê perwerde hêsan nebû. Zêdetirî kesên ku ji zarokatiya xwe ve li Îranê bûn, di dibistanên li kenarên bajar de, di mercên zor de perwerde dîtin. Hinek ji wan jî ji ber polîtîkayên nebes ên penaberiyê yên li Îranê, bi tevahî ji perwerdeyê bêpar man û di temenê ciwan de neçarî xebatê bûn. Jina Efgan a bi navê Ferşete Muhemmedî ya li Tehranê dijî wiha dibêje:

“Ji ber herêmên em biçin tunebûn û zoriya muameleyên belgeyan, vederkirina ji perwerdeyê fermî dibe. Her wiha xizanî û zewaca di temenê biçûk de li pêşiya xwendina jinên penaber astengiyek mezin e. Cudakarî û netewperestiya li dibistanan dibe sedem ku zarok ji xwendinê sar bibin.”

Astengiyên zanîngehan ji bo xwendekarên Efgan

Li gorî daneyên fermî di zanîngehên li Îranê de ji 40 hezarî zêdetir xwendekarên Efgan perwerde dibînin. Ev xwendekar li hemû zanîngehan, neçar in xerca tam a xwendinê bidin û di statuya xwendekarên navneteweyî de tên dîtin. Mînak li Zanîngeha Tehranê, xerca ji bo serdemek, ji bo hinek beşan, ji 80 milyon tumenî derbas dibe û ev pere ne bi TL an jî riyal, rasterast li gorî rêjeya dowîz û dolar tê hesabkirin.

Xwendekara berê ya tibê Şekîbe Ekberî, li ser mijarê wiha dibêje:

“Xwendekar bi bûrsên hindik û piştgiriya malbatê bi zorî perwerdeya xwe didomînin. Girtina destûra bicihbûnê ya xwendekar jî bi burokrasî û helwestên biçûkxistinê dagirtî ye. Hinek zanîngeh, xwendekarên Efgan di hinek beşan de napejirînin. Gihîştina yurd, pirtûkxane û mercên civakî jî gelek caran tên astengkirin.”

Îdiayên li ser rawestandina vîzeyên xwendekaran

Piştî şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de rewşa penaberên Efgan, bi taybetî xwendekaran krîtîk bû. Dewleta Îranê dest bi operasyonên berfireh ên dersînorkirinê kir. Di hefteyên piştî şer de bi sedhezaran kesan bi zorê şandin Efganistanê tevî ku gelek ji wan xwedî destûrên mayînê yên derbasdar bûn jî.

Xwendekarên Efgan jî ji vê krîzê bi bandor bûn. Gelek xwendekarên ku vîzeya xwe nû nekirin û destûra wan a mayînê betal bû, qeydên xwe yên zanîngehê temam nekirin. Li gorî çavkaniyeke pêbawer a li Zanîngeha Tehranê dixebite, zanîngehan talîmat girtine ku saziyên navneteweyî vîzeyan nedin xwendekaran.

Kesa xwedî vê çavkaniyê ku navê Hana Arefî li xwe kiriye wiha dibêje: “Piştî ku şer dest pê kir gelek xwendekarên navneteweyî, bê destûr bi lezgînî ji welat derketin lê ji bo xwendekarên Efgan, ji yên din cudatir, talîmeta vegerê nehat dayîn. Gelek ji wan şandin Efganistanê. Niha ji bo wan pejirandina vîzeyê bi temamî hatiye rawestandin û xuya ye ku dê ev pêvajo wiha bidome.”

Yek ji wan xwendekaran Rahîle S. jî li ser vê rewşê wiha dibêje: “Min gelek caran e-posta şand zanîgehê, her care ji min re gotin ku ne pêkan e vîze bidin.”

Hevkariya di sûc û zextên li dijî jinan de

Talîbana ku perwerdeya jinan li Efganistanê qedexe kiriye, Komara Îslamê ya Îranê jî bi zanîn pêşî li xwendina wan a li derveyî welat digre. Parêzvana mafên jinan Sargol Feharî ve rewşê weke binpêkirina mafên mirovan û zexta li dijî jinan dinirxîne û wiha dibêje: “Civaka Efgan, hewl dide li derveyî welat be jî mafên perwerdeya jinan biparêze lê Îran ne tenê ji alîkariyê direve, di heman demê de bi awayekî çalak, riyên perwerdeyê digre. Îrana ku van polîtîkayên xwe didomîne, hevkariyê dike û dibe sedem ku jinên Efgan di bin zextan de bimînin.”