Meclîsa Îranê destekê dide darvekirinan

Li Îranê 63 parlementeran, destek dan biryara darvekirinê ya piştî xwepêşandanên meha Çileyê hatî dayîn û sipasiya darazê kir, ev yek rastî bertekan hat. Parêzvanên mafê mirovan vê rewşê wek sazîbûna polîtîkayên zextê di nirxînin.

Navenda Nûçeyan – 63 parlementerên Meclîsa Komara Îslama Îranê, danezanek balkêş û heta niha nehatî dîtin weşandin, ji ber pêkanîna cezayên darvekirinên li beramberî xwepêşanderên meha Çileyê, sipasiya darazê kir. Di danezanê de ji serokê darazê xwest ku li dijî kesên ‘wek kiryarên sereke yên xwepêşandanan’ tên bi navkirin, seknek ‘bi biryar, eşkere û îbret bidin’ pêşan bidin. Ev îfade, bi awayê cezayên hê girantir, zextên hê tundtir û vekirina pêşiya darvekirinên nû hate nirxandin.

Danezana mijara xeberê, piştî raporên derbarê ku daraza Îranê ji 27’ê Adara 2026’an heta niha herî kêm 28 girtiyên siyasî darve kiriye, hate weşandin. Di nava vê hejmarê de 13 kesên ku di dema xwepêşandanên meha Çileyê de hatin girtin û 15 girtiyên din ên siyasî cih digrin. Ev tablo tê wê wateyê ku parlementeran destek daye pêvajoyê, polîtîkayên înfazê yên darazê ya çêkirina zagonan erê kiriye.

Teşwîqa darvekirinê

Rêgezek din a ku vê danezanê balkêş dike jî, ne tenê destekdayîna darvekirinane, zimanê tolhildan û zextê yê bi eşkere hatî bi karanîn bû. Îmzavan li cihê ku sedemên xwepêşandanan, ku xizanî, xetimîna siyasî û pirsgirêkên din ên bingehîn ên zextê lêpirsîn bikin, mekanîzmaya darazê di aliyê ji holêrakirina fîzîkî ya xwepêşandanan û tirsandinê de teşwîq dike. Ev nêzîkatî rê li ber rexneyên ku li cihê ku parlementoyê bibe saziyek a nûnertiya gel dike, bûye pergalek ku destekê dide polîtîkayên zextê û înfazê, vekir. 

Danezan perçeyek a pergala siyasî ye

Li gorî rexnegiran, ev 63 parlementer, ne nûnerên civakê û daxwazên civakî ne, berûvajî parçeyek a pergala siyasî-ewlehî ku hebûna xwe bi tepesandina dengê xwepêşandanan dide domandine. Malbatên ku di lêgerîna edaletê dene, hê ji bo kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane, daxwaza edalet û heqîqetê dikin, ev cûrên daxuyaniyê ku ji çengê desthilatê hatin, birîna civakê hê kûrtir dike.

Fikar zêde bûne

Desteka eşkere ya parlementeran, fikarên derbarê ku wê darvekirin belavî dosyayên din ên siyasî û ewlehiyê jî bibin zêde kir. Bivî awayî cezayên mirinê rasterast wek amûrek a tirsandina civakê tê bi karanîn.

Parêzvanên mafê mirovan, diyar dikin ku li cihê ku ên ku destûrê çêdikin, mafê gelan bi parêzîn, teşwîqkirina darvekirin û zextê, krîza rewa ya rejîmê hê kûrtir kiriye. Li gorî pisporan, ev rewş ne tenê krîzek siyasî ye, di heman demê de awayek ê rêveberiya ku muxalefetê bi awayek sîstematîk ji holê radike ye.

Danezana 63 parlementeran, wek nîşaneya eşkere ya tirsa rejîmê ji muxalefeta civakê ya hê didome tê nirxandin. Hate îfadekirin ku rêveberiyek ku hê bersiv nedaye daxwazên civakî û siyasî, dîsa bi zimanê darvekirin, girtîgeh û zextê beramber dide. Lê belê ezmûnên dîrokî, nîşan dide ku li cihê ku polîtîkayên darvekirinê xwepêşandanan bêdeng bike, rûyê tazî yê zextê hê zêdetir eşkere kiriye.