Îran gel weke mertal bi kar tîne

Tevî ku di ser destpêkirina şer de mehek zêdetir derbas bûye jî pirsa bingehîn hê jî bê bersiv e; ji bo gelê Îranê gefa herî mezin fuzeyên ji derve tên avêtin e, yan polîtîkaya dewletê ya ku jiyana sivîlan dike parçeyeke şer e?

NESÎM EHMEDÎ

Kirmaşan – Di ser şerê DYE-Îsraîl û Îranê re mehek zêdetir derbas bû. Ji rojên destpêkê ve, hikûmetê hewl da bi xebatên propagandaya medyayê, êrîşên DYE û Îsraîlê weke li dijî nexweşxane, dibistan û cihên bicihbûnê dike hedef nîşan bide. Lê belê şahidên bûyeran û çavkaniyên xwecihî, diyar kirin ku hikûmet mertalên mirovan ava dikin û sivîlan bi zanabûn dixin metirsiyê, bi vî awayî hewl didin aliyê şer biguherînin û di heman demê de bûyerên demê borî ji bîra kolektîf bibe.

Li gorî şahidên Kirmanşanê, hêzên Îranê, li vê bajarî, li nêzî herêmên nifusa zêde lê sewqiyeta çekan kirine û gelek leşker bicih kirine. Armanc ew e ku di îhtimala êrîşan de, weke êrîşeke li dijî cihên bicihbûna sivîlan nîşan bide. Çavkaniyên xwecihî, dan zanîn ku di amadehiyeke li taxa Anahîta ya li sîteya senayî ya riya Bebeson a li otoparkek nêzî Nexweşxaneya Îmam Riza, gelek amûrên leşkerî bicih kirine û piştî çend rojan birine xalên cuda. Ev guherîna herdemî, bi taybetî li xalên ku ne sabît e rampên fuzeyan, hinek caran nêzî dibistan û nexweşxaneyan bi zanabûn bicih dikin. Hem ji bo ji tesbîtkirinê birevin, hem jî bi armanca ku qadên sivîlan bînin halê hedefgirtinê dikin.

‘Tevgerên bi guman hebûn’

Meryem H. ya ku li taxa Karnacî ya Kirmaşanê dijî wiha got: “Hinek cîran dibêjin ku li dibistaneke li taxa Anahîtayê rampaya fuze ava kirine. Ji ber em nêzî wê derê ne, bi fikar in ku li hinek dibistanên din jî heman rewş hebe. Bi şev kurê min û zavayê min çûn kontrol bikin. Li dibistana Karnacî tiştek tunebû lê belê di dibistana Anahîta de, tevgerên bi guman ên kesên ku cilên sivîl li xwe kiribûn û çûyîn û hatina wesayîdên mezin hebû. Sibeha roja din, dibistan hatibû valakirin lê belê tevgerên bi guman berdewam dikirin.”

Ev pêkanîn ne nû ye. Di dema şerê 12 rojan de, li nêzî nexweşxaneya Îmam Riza rampên fuzeyan hatin bicihkirin û ev rewş bû sedem ku Îsraîl wê herêmê bike hedef. Teqînên nêzî nexweşxaneyê nîşan didin ku ev bijartek bi zanabûn hatiye kirin.

‘Zarokan wek mertal bi kar tînin’

Ji derveyî bicihkirina çekan li cihên sivîlan, hejmarek zêde şahid diyar dikin ku piştî êrîşên DYE û Îsraîlê li dijî xalên kontrolê û qereqolan, hikûmetê hêzên xwe birine nêzî qadên bicihbûnê. Aktivîsta mafên zarokan û mafê mirovan Perwîn G wiha got: “Ji destpêka şer ve, di ketin û derketina bajaran de xalên kontrolê hatine avakirin. Piştî êrîşan ev xal birin nava bajar û nêzî malan. Heta li hinek bajarên sînor, qereqol ji cihên wan hatin rakirin û amûrên xwe li baxçe û malên ku nêzî gundan in bicih kirin. Ev ne tenê guherîna cih e. Di gelek xalên kontrolê de, li cihê personelên leşkerî, zarokên di bin 18 salî de ku girêdayî milîsên xwendekar in bi kar tînin. Ji wan tê xwestin ku beşdarî leşkiriyê bibin û dereceyên zêde bigrin. Ev rewş, tê wateya ku sivîlan heta zarokan weke mertal bi kar bînin. Di heman demê de ev rêbaza parastinê ya hêzên leşkerî ye.”

‘Eşîrên xizan tên erkdarkirin’

Perwîn G. da zanîn ku biçekkirina kesên sivîl, tenê bi xwendekaran sînordar nîn e. Şahid diyar dikin ku hikûmet bi daxwazên cuda endamên eşîretên xizan dibe xalên xwe yên kontrolê û wan weke hêzek leşkerî bi kar tîne û wiha domand: “Di ketina bajarên weke Ciwanro, Selas Babacanî, Qesrî Şîrîn, Kerend-i Garb, Serpol Zehab û Sahne de hinek eşîret bi daxwazên cuda hatine van erkan. Cilên guncaw û ekîpmanên wan nîn e. Piranî bi cilên rojane, bi pêlavên asan erk dikin û rûyê xwe bi cilên kevin û hîcabên jinan digrin. Eşkere ye ku ev mirov ji beşên gelek xizan tên û hikûmet wan bi derfetên herî kêm û dike hedefa fuzeyên DYE û Îsraîlê.”

‘Hikûmet sivîlan wek amûrên parastinê bi kar tîne’

Tê dîtin ku perwerdeya van hêzên xizan, dema were beramberî hêzên ewlehiyê yên bi çekên giran ku di protestoyan de mudaxele dikir, hikûmetê li dijî gelê xwe amûrên herî pêşketî bi kar aniye lê belê li dijî gefên derve, sivîlên bêguneh weke mertal bi kar tîne.

Di hefteyên dawî de hikûmet bi danezanên ku diweşîne, ciwanan teşwîqî beşdariya hêzên bi çek dike. Lê belê ev bengî di îhtimala êrîşên bejahî de, ji bo avakirina mertalên ji mirovan, bûye zoriyek rasterast. Aktivîsta sivîl a li Kirmaşanê dijî Sara F. wiha dibêje: “Hikûmet ji destpêka şer ve heta niha, jiyana sivîlan weke amûra perastinê bi kar tîne. Di demên dawî de bi navê ‘Nahnu Muntakimun’ kampanya da destpêkirin û mirov li kolananan, di wesayîdan de û di riyan de zorî dibin meşan. Gelek kes difikirin ku ev hêza leşkerî ye û ji bo barkirina cebilxaneyan perdeyek e.”

Di encamê de, gefa bingehîn a ku gelê Îranê rûbirû ye, ne tenê şer bi xwe ye. Di heman demê de, polîtîkaya hikûmetê ya ku ji bo hebûna xwe biparêze sivîlan feda dike ye. Di vê nêzîkatiyê de xeta parastinê, gelek deman bi jiyana mirovên bêguneh tê avakirin.