Îran di îzolasyona dijîtal û zexta ewlehiyê de ye

Daneyên NetBlock, nîşan dide ku Îran ji dinyaya derve ev zêdeyî 2016 saetane ketiye pêvajoya îzolasyona dijîtal. Ev rewşa bi kûrbûna zextê, binçavkirin, darvekirinan û hilweşîna çavkaniya aborî re, jiyana gel berbi krîzê ve dibe.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora NetBlock, îro ji 23’ê Gulana 2026’an roja Şemiyê ve, li îranê qedexeya înternetê didome, qutbûna dijîtal û qedexeyên xwegihandina înterneta azad, ketiye hefteya 13’an.  Ev tablo Îranê berbi demên herî dêrêj a salên dawî ya îzolasyona peywendiyan ve dibe.

Welatî ev 2016 saete di şertên astengkirina xwegihandina azad a dinyaya derve û qedexeya peywendiyê de dijîn. Ev rewş tenê herikîna agahiyan qut nake, di heman demê de, rasterast bandorê li jiyana civakî, perwerde, aboriya bi milyonan mirovî dike. Gelek bi karhêner dibêjin ku xwegihandina nûçeyan, xizmetên onlîne û heta peywendiyên kar û malbatê, pêwîstiyên asan ên rojane jî zor û bi malyet bûne.

Înternet; di qada zextê de amûrek a kontrolê ye

Domandina qutbûna înternetê, di dema ku li Îranê atmosfera zextê û fetisîna siyasî kûr bûyî de tê jiyîn. Di mehên dawî de gelek nûçeyên derbarê binçavkirina aktivîstên civaka sivîl, rojnamevan, bikarhênerên medyaya dijîtal û welatiyên xwepêşander hatine weşandin. Saziyên mafên mirovan, diyarkirin ku qedexekirina înternetên ne tenê sansura nûçeyane, di heman demê de xizmetê ji bo veşartina asta zextê û astengkirina belavkirina nûçe û dîmenên binçavkirin û tundiya dewletê dike.

Her wiha parêzvanên mafê mirovan, bi taybet di mijara bêdengiya medyayê de darvekirinên tên jiyîn fikarên xwe tînin ziman. Divê çarçoveyê de rewşa girtiyên jin û girtiyên zarok ên rû birûyî cezayên giran û gefa darvekirinê di nava welat û asta navneteweyî de rê li ber fikarên cidî vekiriye. Rexnegir, îfade dikin ku bi zêdebûna zextên ewlehiyê, hemwext qutbûna înternetê, herikîna serbixwe ya agahiyan û kontrola giştî bi awayek cidî sînordar kiriye.

Hilweşîna karên onlîne û bêkariya zêde bûye

Hertim qutbûnên înternet û pirsgirêkên girêdayî wê, darbeyek giran li aboriya Îranê ya di nava krîzê deye daye. Di hefteyên dawî de bi hezaran cihên kar û maxzayên e-ticaret, hilberîninên naverokan, xebatkarên serbest û kesên di qada teknolojiyê de xebat didin meşandin, bi awayek cidî windakirina aboriyê jiyan kirin an jî neçar mane xebatên xwe bi sekinînin.

Pisporên aboriyê, diyar kirin ku qutbûnên înternetê, ne tenê veberhênanên aboriya dijîtal tune dikin, di heman demê de pêlek nû ya bê kariyê ava kiriye. Di salên dawî de ji ber sekinîna di bazara kar de, gelek ciwanên ku berê xwe dane xebatên ser medyaya dijîtal, êdî çavkaniya xwe ya aborî winda kirine. Di heman demê de enflasyona zêde dibe, bihabûna jiyanê û ketina di hêza kirinê de, li ser malbatan zexta aborî hê kûrtir kiriye.

Îzolasyona dijîtal û astengkirina xwegihandina agahiyan

Li gelek cihên dinyayê, xwegihandina azadane ya înternetê wek parçeyek ji rêzê ya jiyana rojane tê qebulkirin, welatiyên Îranê îro ji bo gihandina xizmetên herî bingehîn ên onlîne jî rastî astengiyên mezin tên. Bikarhêner, diyar dikin ku leza girêdanê ya kêm, qutbûnên ku hertim tên jiyîn, perwerde, tenduristî, ticaret û heta peywendiya bi kesên malbatê yên derveyî welat re sekinandiye.

Domandina vê rewşê, kendala dijîtal a di nava Îran û dinyayê de kûr dike û welat herku diçe hê zêdetir berbi îzolasyonê ve dibe. Li gorî gelek çavdêran, înternet êdî li Îranê ne tenê amûrek a peywendiyê ye, qadek bingehîn a têkoşîna di nava gel û amûra ewlehiya dewletê ye. Kontrola agahiyan jî, wek parçeyek girîng a stratejiya tepesandina ne aramiya giştî tê dîtin.