Îran di 10 rojan de 2 jê jin 100 girtiyan darve kir
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’ di hefteya 97’emîn de li 55 girtîgehên li seranserê Îranê didome. Kampanyayê ragihand ku 10 rojan de Îran 2 jê jin bi giştî 100 girtiyan darve kiriye.
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’ di hefteya 97’emîn de li 55 girtîgehên li seranserê Îranê didome. Kampanya, vê heftê bi Roja Xwendekaran a li Îranê re hevdem pêkhat. Beşdaran, balkişandin ser rola pêşeng a dîrokî ya xwendekaran a di têkoşîna li dijî dîktatoriyê de.
Daxuyanî wiha ye:
"Ev hefte, kampanyaya bi hefteya 97’emîn, bi Roja Xwendekaran a li Îranê re hevdem e û em bibîrtînin ku zanîngehan ji 5’ê Kanûna 1953’an û vir ve, dil û pêşengên têkoşîna li dijî dîktatoriyê bûne. Em her wiga kesên ku di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî Seîd Zinalî ku di êrîşa yûrda xwendekaran a 1999’an de bi darê zorê hate windakirin bi bîr tînin. Zext, girtin û darvekirin nekarîne têkoşîna xwendekaran a ji bo azadiyê rawestîne û îro jî zanîngeh dîsa dibin hedef û xwendekar û girtiyê siyasî Îhsan Fredî yê 23 salî bi xeteriya darvekirinê re rû bi rû ye.
Di hefteya dawî de li girtîgehên Îranê darvekirin zêde bûye û di nava 10 rojan de 2 jê jin bi giştî 100 girtî hatin darvekirin û darvekirinên li ber gel jî ji bo tirsandina gel tên kirin. Ji destpêka serê salê û vir ve hejmara darvekirinan gihîşt hezar û 564’an û ev yek rêjeya herî bilind a 30 salan e. Ev rewş, bû sedema nerazîbûna navneteweyî.”
Kampanyayê, li dijî pêla zêde ya darvekirinan bang li hemû derdorên siyasî, çalakvan û kesên eleqedar kir û balkişand li ser girîngiya piştgiriya kesên mehkûmê cezayê darvekirinê hatine kirin û malbatên wan. Hate diyarkirin redkirina cezayê darvekirinê ya di her şert û mercan de ji bo destxistina amûra herî girîng a rejîma zordar û xurtkirina têkoşîna gel a ji bo azadiyê gavek bingehîn e.
55 girtîgehên ku beşdarî kampanyayê bûne, ev in:
Girtîgeha Evîn (qawişên jin û mêr), Girtîgeha Gezelhasar (beşa 2,3,4), Girtîgeha Navend Kerac, Girtîgeha Ferdîs a Kerac, Girtîgeha mezin a Tahran, Girtîgeha Qerçek, Girtîgeha Hurîn-Varamîn, Girtîgeha Aher, Girtîgeha Erak, Girtîgeha Kum Lengerud, Girtîgeha Hurremabad, Girtîgeha Burucerd, Girtîgeha Yasuc, Girtîgeha Esedabad a Esfehan, Girtîgeha Dastgerd a Esfehan, Girtîgeha Şîban a Ahvaz, Girtîgeha Sepîdar a Ahvaz (qawîşên jin û mêr), Girtîgeha Nazam Şîraz, Girtîgeha Adilabad a Şîraz (qawîşên jin û mêr), Girtîgeha Fars- Fîruzabad, Girtîgeha Dehdeşt, Girtîgeha Zahîdan (qawîşên jin û mêr), Girtîgeha Beazcan, Girtîgeha Ramehormoz, Girtîgeha Beheban, Girtîgeha Bem, Girtîgeha Yezd, Girtîgeha Kehnûcê, Girtîgeha Tebas, Girtîgeha Meşhed, Girtîgeha Sebzewer, Girtîgeha Gonbad-Kavoos, Girtîgeha Qaimşehr, Girtîgeha Reşt (qawîşên jin û mêr), Girtîgeha Rudsar, Girtîgeha Hewîq Taleş, Girtîgeha Azbaram a Lahîcanê, Girtîgeha Dieselabad a Kirmaşanê, Girtîgeha Erdebîl, Girtîgeha Tebrîzê, Girtîgeha Urmiyê, Girtîgeha Salmas, Girtîgeha Xoyê, Girtîgeha Neqede, Girtîgeha Miandoab, Girtîgeha Mehabad, Girtîgeha Bûkan, Girtîgeha Seqez, Girtîgeha Bane, Girtîgeha Kamêranê, Girtîgeha Merîwan, Girtîgeha Sine, Girtîgeha Îlam û Girtîgeha Navend a Bîrjend.”