Îran cezayê girtîgehê li nivîskaran birî
Nivîskar û aktîvîsta mafên jinan Nîna Golestanî û nivîskar Rosîta Rajaee yên li Reştê dijîn, ji aliyê Şaxa 3’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve mehkûmê salek cezayê girtîgehê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan – Nivîskar û aktîvîsta mafên jinan Nîna Golestanî û nivîskar Rosîta Rajaee yên li Reştê dijîn, ji aliyê Şaxa 3’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi sûcdariya "propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê" û di medyaya dîjîtal de parvekirina naverokên muxalîf, mehkûmê salek cezayê girtîgehê hatin kirin.
Li gorî nûçeyên hatine parvekirin, der barê Rosîta Rajaee û Nîna Golestanî de, bi sûcdariyên mîna "belavkirina derewan", "bêyî serpoş derketina qadên giştî”, "eşkerekirina lêpirsînên ewil ên dozgeriyê" û "parvekirina wêne û naverokên dijî exlaqê giştî" dosyayek hevpar hate vekirin û doza der barê her du nivîskaran de hê didome.
Nîna Golestanî, di Adara 2025’an de di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin û piştî 5 rojan bi kefalet hatibû berdan. Nîna Golestanî, beriya niha jî di Mijdara 2023’an de di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin, mala wê hatibû lêgerîn û hin eşyayên wê yên şexsî hatibûn desteserkirin. Piştî binçavkirina 5 rojan, bi kefalet hatibû berdan.
Rosîta Rajaee jî, cara ewil di Tîrmeha 2019’an de hatibû binçavkirin û piştî binçavkirina 16 rojan bi kefalet hatibû berdan. Rosîta Rajaee, piştre di Mijdara 2023’an de carek din hatibû girtin û mehkûme 4 sal û mehek cezayê girtîgehê hatibû kirin. Lê ev cezaya hê nehatiye bicîhanîn.