Îran bi ketina sala yekem a serhildanê, zextan zêde dike
Bi nêzîkbûna salvegera qetilkirina Jîna Emînî, li Îranê ku agirê serhildanê nayê vemirandin, gelek jinên têkoşer hatin girtin. Hate hînbûn ku sewqiyata leşkerî ber bi bajarên Kurdistan û Belûcîstanê ve hatiye kirin .
Navenda Nûçeyan- Dewleta Îranê bi nêzîkbûna 16’ê Îlonê salvegera qetilkirina Jîna Emînî re zextên xwe hîn zêdetir kir.
Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî, serhildana “Jin jiyan azadî” li welat dest pê kir û dengê jinan li hemû cîhanê deng veda. Di xwepêşandanan de piraniya wan zarok bi sedan kes hatin qetilkirin; bi hezaran kes birîndar bûn. Dewleta Îranê ji bo ku desthilatdariya xwe biparêze dîsa bi deh hezaran kes girtin.
Hate hînbûn ku li Îranê di nava hefteyekê de herî kêm 70 jinên aktîvîst hatin binçavkirin. Hejmara kesên ku hatine binçavkirin nayê zanîn, endamên malbatê yên ku di çalakiyan de zarokên xwe winda kirine hatine girtin.
Navê hin jinên ku hatine girtin wiha ne: “Azade Chavoşian, Faough Sami Nia, Jaluh Javaheri, Yasmin Hashdari, Zahra Daders, Matin Yezdani, Shiwa Shah Siyah, Nagin Rezaee, Wahdeh Khosh Sirt, Sara Chani, Homan Taheri, Newsha Badie Sabet. .
Sewqiyata leşkerî didome
Li aliyê din hate gotin ku leşker şandine bajarên Kurdistan û Belûcîstanê ku serhildana “Jin jiyan azadî” lê dijwar bûye. Li gor agahiyên hatiye bi dest xistin Di hefteya dawî de li bajarên Seqiz, Îlam, Mehabad, Kirmanşan, Sine, Dîwandere, Degulan, Makû, Urmiye, Sine, Merîwan, Şino û Kerec, Tebrîz, Meşhed, Kiş, Kirman, Yezd, Reşt, Bender Abbas, Abadan, Erdebîl, Tehran, Îsfehan, Kazwîn, Zîncan, Mazenderan û Hemedanê sewqiyata leşkerî ya dijwar hatiye kirin.