'Îradeya kolektîf û hêza civakê kilîta serkeftinê ye'

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remziye Muhemed tekez kir ku li hemberî gef û êrîşên DAIŞ’ê yên li ser herêmê, hevgirtina gel bi hêzên xwe re kilîta aramiyê ye."

ESMA MUHEMED

Qamişlo – Di nava zêdebûna pirsgirêkên ewlehî û siyasî yên ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin de, rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di parastina ewlehî û aramiyê de mezin e.

Bi riya kampanyayên ewlehiyê yên birêxistinkirî ev hêz dikarin bi awayekî bi bandor li hemberî gefên DAIŞ'ê bisekinin. Ev hevrêzî û hevkariya di navbera gel û hêzan de kevirê bingehîn ê parastina destkeftiyên bi salan e.

'Îradeya kolektîf û hêza civakê kilîta serkeftinê ye'

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Remziye Muhemed destnîşan kir ku ew di nava şerekî ku çend salan berdewam dike û bandorê li ser gel dike de ne. Remziye Muhemed got: "Ev şoreşa ku bi îrade û biryardayîna gel dest pê kir, xaleke rastîn a riya azadî û rûmetê temsîl dike. Jin kevirê bingehîn ê vê şoreşê ne, bi hewldan û berxwedana xwe ya bêwestan pêşengiya gelê xwe dikin û dîrokê dinivîsînin. Şoreşa Rojava ne tenê serhildaneke demkî ye, tevgereke kûr a gel e ku koka wê têkoşîna domdar a ji bo avakirina civakek azad û demokratîk e. Di şoreşê de gelek destkeftî çêbûn. Ev destkeftî bê yekîtî û hevgirtina pêkhateyên civakê ne gengaz bûn. Ev şoreşeke mezin bû, li hemberî hemû astengiyan li ber xwe da û îsbat kir ku îradeya kolektîf û hêza civakê kilîta serkeftinê ye di avakirina paşerojê de."

'Kampanyayên ewlehiyê pêşî li zindîkirina teroran digrin'

Remziye Muhemed bal kişand ser rola girîng a Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê û Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê di parastina gel ji gefên dagirkeriya dewleta Tirk û DAIŞ'ê û de wiha li axaftinên xwe zêde kir: "Ev hêz berpirsiyariya parastina ewlehî û aramiya herêman digrin ser xwe. Van yekîneyan xeta yekem a parastinê li dijî êrîşên dubare yên ji hêla DAIŞ'ê ve ku hewl didin aramiya herêmê têk bibin, pêk anîn. Kampanyayên ewlehiyê yên dijwar ku ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, bi hevkariya Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tên meşandin, bi armanca jiholêrakirina şaneyên terorîst li deverên rizgarkirî, gelek girîng in. Ev kampanya beşek girîng a avakirina civakek ku aştî, dad û wekhevî tê de serdest in, temsîl dikin."

'Hevahengî û hevgirtina gel bi hêzên xwe re kilîta aramiyê ye'

Remziye Muhemed behsa kampanyaya ewlehiyê ya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Asayîşê ve, bi piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê ve li kampa Holê tê meşandin kir. Remziye Muhemed bal kişand ser xetera vê kampê ku weke navendeke DAIŞ’ê hewl dide xwe ji nû e zindî bike û gefên xwe li ser herêmê ferz bike û got: "Hemleya ewlehiyê bersiva gefên heyî bû. Ji ber ku hêzên me yên leşkerî operasyonên meydanî yên dijwar pêk anîn da ku pêşî li her tevger an zindîkirina terorîstî di nava kampê de bigrin. Hevahengî û hevkariya di navbera gel û hêzên ewlehiyê de bingeha parastina aramiyê û rêgirtina li vegera DAIŞ'ê ya ji bo herêmên me nîşan dide."

'Li hemberî hewldanên fitne û nakokiyan hişyarî hewce ye'

Remziye Muhemed gotinên xwe bi tekezkirina ku yekîtiya gel bingeha parastina ewlehî û aramiya herêmê ye wiha bi dawî kir: "Hewldanên bi zanebûn hene. Ew jî ew e ku nakokî û bêîstîqrariya nifûsê were gurkirin, bi armanca qelskirina civakê û parçekirina yekîtiya wê. Pêwist e gel li hemberî hemû hewldanên fitne û gefên ewlehiyê yên ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc digrin, şiyar bimîne."