Însiyatîfa Jinên Başûr: Dewleta Tirk bûye dijminê xwezaya Kurdistanê

Însiyatîfa Jinên Başûrê Kurdistanê derbarê şewitandina xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyek da û gotin: “Li Kurdistanê ti karesatek xwezayî nîne, karesata dewleta Tirk heye, divê her kes dijî vê qirkirinê xwedî helwest be.”

Navenda Nûçeyan – Însiyatîfa Jinên Başûrê Kurdistanê derbarê bûyerên şewatê yên li Kurdistanê rû didin de daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de destpêkê sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan re hate xwestin û wiha hate gotin; “Dewleta Tirk a qirker ne tenê dest bi qirkirina çandî û ziman kiriye, bi vê re dest bi qirkirina xwezaya Kurdistanê kiriye. Li Kurdistanê ti karesatek xwezayî nîne, karesata dewleta Tirk a qirker heye. Ev qirkirin bi dar birîn û bikaranîna çekên kîmyawî wisan dike ku xaka Kurdistanê bê berhem bihêle. Bi bombebarankirina çiyayên Kurdistan û gundan, xwezaya herêmê dişewitîne û niha jî xwezaya ciwan ya Kurdistanê dişewitîne, ev siyasetek ya dewleta Tirke.

‘Dewleta Tirk bi temamî bûye dijminê xwezaya Kurdistanê’

Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dest bi şewitandina daristanên Kurdistanê kiriye, ev siyaseta qirker bû sedema mirina 14 kes û gelek birîndaran. Divê helwesta gelê Kurd ya dijî vê talanê berdewam bike û bilindtir bibe. Em ji gelê Kurd re dibêjin, dewleta Tirk bi ti awayî alîkariyê nade gelê Kurd, berovajiyê vê ji bo qirkirina xwezaya Kurdistanê hîn zêdetir ketiye nava liv û tevgerê û bi temamî bûye dijminê xwezaya Kurdistanê. Ji bo vê jî pêwîste gelê me li dijî dewleta qirker xwe bi rêxistin bike û hesab ji desthilatê bixwaze.”