Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re: Sala 2026 wê bibe sala azadiyê
Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê, di daxuyaniya xwe ya têkildarî salvegera komploya navneteweyî de, wiha got: “Em ê sala 2026`an bikin sala azadiyê, sala azadiya Rêber Apo û sala azadiya gelê Kurd li her deverê.”
Navenda Nûçeyan – Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, bi boneya 27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek çapemeniyê da.
Daxuyanî bi amadebûna endamên însiyatîfê li ber avahiya însiyatîfê ya li bajarê Qamişloyê hat dayîn. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji hêla endama însiyatîfê Şama Mihemed ve û bi zimanê Erebî ji aliyê endama însiyatîfê Jiyan Ekendî ve hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "di 15`ê Sibata 1999`an de, bi destê hêzên navneteweyî ji bo ku felaketeke dîrokî bi encamên giran û bandorên neyînî yên dirêj bê çêkirin, xirabtirîn komplo li dijî gelê Kurd hate çêkirin. Bi komployê Rêber û fîlozof Abdullah Ocalan ji paytexta Kenya Nairobiyê revand û desteser kir. Ev komplo, berjewendiyên hêzên navneteweyî yên piralî, li ser pişta maf, xeyalên azadî û dadê yên gelan nîşan da."
‘Rêber Apo li dijî şer û wêranê sekinî’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca hêzên navneteweyî ji komployê tunekirina dengê maf û azadiyê bû û wiha hat domandin: “Rêber Abdullah Ocalan di 27 salên berxwedan û sekinê de, bi gelê Kurd re li dijî şidet, înkarkirin û jenosîda herî dijwar a ji aliyê hêzên ku hewl didin û hê jî dixwazin nasname û serxwebûna wî tunê bikin, rawestiye. Di bin mercên nemirovî ku dîrok mîna wê nedîtiye, Rêber Abdullah Ocalan bi hişê xwe yê zana, dîtina xwe ya kûr û nirxandina xwe ya rast a bûyeran, li dijî şer û wêranê sekiniye. Rêber Abdullah Ocalan her gav ji bo çareseriya demokratîk xebitiye û wê wekî rêya yekane ya aştiyê dîtiye. Ji ber baweriya wî ku jiyana hevpar a gelan li ser bingeha wekhevî, dad û azadiyê, bingehê ku divê pêşeroja herêmê li ser were avakirin. Lê mixabin, her çiqas ev axaftin ji bo aştiyê, ewlekariyê û aramiyê vekirî be jî hêzên tarî tenê bi awayekî, neteweperest, mezhebperest û berjewendiyên navneteweyî yên li dijî wan diaxivin û li ser rêya xwe ya ku tenê bêtir şer, wêranî û jenosîdî ser gelê Kurd ê kevnar dimeşîne.”
Di daxuyaniyên de êrişên vê dawiyê yên li ser Rojava wekî berdewama komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat binavkirin û wiha hate gotin "Xwesteka gelê Kurd û xeyala wî ya azadiyê têk bibin. Lê gelê Kurd li hemû herêmên Kurdistanê û derveyî welat, wekî ku her gav kirî, isbat kir ku vîna wî hişke û naşike. Berxwedana şervanên YPG û YPJ ji bo hemû gelên herêmê û cîhanê, bû çavkaniya îlhamê.”
‘Serê xwe bilind bike ji bo wan qehremanan’
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Serê xwe bilind bike ji bo wan qehremanên ji bo şeref û rûmeta gelê Kurd şer kirin, serkeftinên mezin li dijî zilm û zordariyê bi dest xistin. Serê xwe hezaran caran bilind bike ji bo fedakariyên şehîdên ku bi xwîna xwe ya pak welat avda. Em bawer dikin û ev baweriya me ji yekrêziya Kurd û berxwedana zarokên me tê, ku komployên mezin yên li dijî Kurdan, her çiqas bihêz bin jî nikarin berxwedana Kurdan têk bibin, berevajî wê, ew ê pêşerojeke ronak û serkeftî ava bike. Em ê sala 2026`an bikin sala azadiyê, sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan û sala azadiya gelê Kurd li her deverê.”