Înîsiyatîfa Jinan a Pêwistiya Min bi Aştiyê heye kart ji girtiyên jin re şand
“Înîsiyatîfa Jinan a Pêwistiya Min bi Aştiyê heye” bi şandina kartan ji bo girtiyên siyasî yên li girtîgehan û jinên ku xwe diparêzin, daxwazên xwe yên ji bo avakirina aştiyê anîn ziman.

Navenda Nûçeyan – Însiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye ji PTT’a Kadikoyê kartên hevgirtinê ji girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgehên Herêma Marmarayê û jinên ku xwe diparêzin re şand.
Di daxuyaniyê de pankarta "Însiyatîfa Jinan a Pêwistiya Min Bi Aştiyê heye" hat vekirin, û pankartên nivîsên "Ji girtiyên nexweş re azadî", "jin jiyan azadî", "Pêdiviya min bi aştiyê heye", "siyaset ne sûc e", "bijî têkoşîna jinan" hatin hilgirtin û dirûşmên "jin jiyana azad", "na ji şer re, aştî niha" hatin berzkirin. Dîlan Geyik daxuyaniya çapemeniyê xwend, bertek nîşanî gotinên "Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî tune ne" da. Dîlan Geyîk diyar kir ku der barê hejmara girtiyên siyasî yên li girtîgehan de daneyên zelal nîn in û anî ziman ku ev hejmar zêde ye.
‘Ji bo mêran serbest e ku li dijî jinan sûc bikin’
Dîlan Geyik wiha axivî: “Pergala dadgeriyê, di çarçoveya têgeha 'terorê' de muxalefeta siyasî, pirrengî û azadiya ramanê krîmînalîze dike. Dema kesek twîtek biweşîne yan jî li kolanê mafên xwe bixwaze tê cezakirin, êrîşkarekî mêr serbest tê berdan. Sînan Aladag ê li Samsûnê tacîz û êrîşê Damla Korkmaz kir û bû sedem ku ji du cihan hestûyên rûyê wê bişkên, serbest tê berdan. Ji bo mêran serbest e li dijî jinan sûc bikin, di heman demê de qedexe ye ku jin di nava siyasetê de cih bigrin.”
‘Girtiyên siyasî hemû ceza dikşînin’
Dîlan Geyîk da zanîn ku ji bo girtiyên siyasî cezayên newekhev tên birîn û got: “Kujerên jinan ji sisê du cezayê xwe radizên, girtiyên siyasî hema hema hemû ceza dikşînin. Her kesê ku daxuyaniya çapemeniyê bide yan jî twîtek biweşîne weke terorîst tê îlankirin. Em vê fermana neheq qebûl nakin. Îro di dema şandina kartan ji jinên li girtîgehê de, em dixwazin balê bikşînin ser vê neheqiyê."
Piştî daxuyaniya ku jinan daxwazên xwe tê de rêz kirin ji girtiyan re kart hatin şandin.