Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir

Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed, li gel Nêçîrvan Barzanî civiyan. Li aliyê din Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê DYE Tom Barrack daxuyaniyek da û diyar kir ku bi Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed re hevdîtin kiriye.

Navenda Nûçeyan- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)’ê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Îlham Ehmed, li Hewlêrê bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyane.
Ji Tom Barrack daxuyanî
Nûnerê Taybet ê DYE Tom Barrack, ragihand ku bi Hevseroka Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî re hevdîtin kiriye.
Tom Barrack, li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek parve kir û got ku DYA di Peymana 18’ê Çileyê de bibiryar e.