Îlham Ehmed: Hê hemû tişt xilas nebûye xetereya şer didome

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed got: “Kes bila nefikire ku hemû tişt xilas bûye. Xetereya şer hê heye. Li dijî vê divê em hişyar bin û ji nêz ve bişopînin.”

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed beşdarî Ronahî Tv bû.

Îlham Ehmed bal kişand ser îhtimala jinûve derketina şer û diyar kir ku di dîplomasiya navneteweyî û çalakiyên li qadê de divê bê teredut bin. Îlham Ehmed îfade kir ku hewldanên heta niha hatine meşandin, bi armanca pêkanîna agirbestê, pêşîlêgirtina komkujiyan û vekirina kanalên têkiliyan hatine pêkanîn.

‘Hê xetera şer heye’

Îlham Ehmed bal kişand ser îhtimala derketina şerek nû û got: “Xetera derketina şer heye. Bila tu kes wekî ku hemû tişt xilas bû, temam bû nenêre. Bila kes wisa nefikire, xetere hê jî heye. Li dijî vê divê em hişyar bin û ji nêz ve bişopînin. Em ê hewldanên xwe bidomînin. Hewldanên me yên heta îro, ji bo pêkanîna vê peymanê, pêşiya komkujiyan girtin, pêkanîna agirbestê rê li ber têkiliyan vekir lê tu tişt neketiye bin temînatê. Em ê bixebitin, bi taybetî di dîplomasî, têkiliyên derve û hevdîtinan de, di heman demê de divê di çalakiyan de em bê teredut bin. Me di pêvajoya borî de dît, ev yek ji bo Kurdan bû tecrubeyek mezin, ji bo parastina Kurdan bû mertal. Ji îro şûnde jî dê wiha be.”