Îlham Ehmed dê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibe
Îlham Ehmed dê di roja yekem a konferansa du rojî ku tê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bi rêya ezmûnên navneteweyî were nîqaşkirin de biaxive.
Navenda Nûçeyan - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (DEM Partî) dê di 6-7ê Kanûnê de li Stembolê "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" li dar bixe. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de hatiye destpêkirin, di konferansê de, dê digel ezmûnên navneteweyî were nîqaşkirin. Tê plankirin ku gelek kesayet ji Welatê Bask bigre heya Afrîkaya Başûr, ji Sinn Féin bigre heya Keyaniya Yekbûyî, ji Qazakîstanê bigre heya Belçîkayê beşdarî konferansa navneteweyî bibin.
Di konferansa du rojî de, li ser ezmûnên çareserkirina pevçûnan, gavên ber bi demokratîkbûnê ve û şiklê potansiyel ê peymanek civakî ya nû dê werin nîqaşkirin. Ji bilî axaftvanan, beşdarên navneteweyî û rojnamevan jî ji bo konferansê hatine vexwendin.
Îlham Ehmed dê beşdarî Konferansê bibe
Hevseroka Beşa Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, di roja yekem a konferansê de, dê yek ji axaftvanên sereke be. Konferans dê li Hola Konferansê ya Cem Karaca were lidarxistin. Îlham Ehmed dê bi rêya telekonferansê beşdarî konferansê bibe û gotareke vekirinê pêşkêş bike.
Navên axaftvanan hatin ragihandin
Du axaftvanên din ji bo konferansê hatine destnîşankirin, Emîna Zikrî ku nûnera Serokê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê KDP’ê Mesûd Barzanî û endama Polîtburoya KDP’ê ye û parlamentera Kurd û endama Meclîsa Gelê Kazakistanê Narîn Nadîrova jî dê biaxivin.