Îlham Ehmed: Armanca mutebeqetê sekinandina êrîş û operasyonan e
Îlham Ehmed diyar kir ku armanca mutebeqeta wan ew e ku rê li ber qirkirina li herêmên beravê tê kirin bigrin û hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi adilane tevlî pêvajoyê dike.

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, têkildarî peymana ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El-Şera de hatiye îmzekirin û ji 8 xalan pêk tê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da.
Îlham Ehmed, di parvekirina xwe ya li ser hesaba xwe ya X’ê parve kirî de ev tişt got: “Peymana di navbera hêzên me yên HSD’ê û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de, di çarçoveya bûyerên biêş ên li herêmên beravê yên li dijî gelê me hatine kirin çêbû û armanca vê gavê jî pêşîlêgirtina van bûyeran e.”
‘Armanc sekinandina operasyonên leşkerî ye’
Îlham Ehmed di parvekirina xwe de ev tişt nivîsî:
“Peymana di navbera hêzên me yên HSD’ê û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de, di çarçoveya bûyerên biêş ên li herêmên beravê yên li dijî gelê me hatine kirin çêbû û armanca vê gavê jî pêşîlêgirtina van bûyeran e. Armanca din jî ew e ku tevahiya operasyonên leşkerî yên li xaka Sûriyeyê bên sekinandin. Hêvî dikin ku ev peyman rê li ber aştiyeke neteweyî veke û zemîna veguherîneke rasteqîn ê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi adilane tev li pêvajoyê siyasî dike. Di heman demê de em armanc dikin ku penaberên li hundirê welat û derveyî welat bi awayekî ewle vegerin û rewşeke mayinde çêbibe. Hêza Sûriyeyê, di pirrengiya wê û di ruhê têkoşer ê ciwan jin û mêran de ye.”