Îlham Ehmed: Agirbest bingeha pêkanîna peymana 18’ê Çileyê ye

Îlham Ehmed diyar kir ku agirbest kevirê bingehîn ê pêkanîna peymana 18’ê Çileyê ye û got ku ji bo bidawîkirina şer hewldan hene.

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku agirbest û bidawîkirina çalakiyên leşkerî kevirê bingehîn ê pêkanîna peymana 18’ê Çileyê ye.

Îlham Ehmed bi bîr xist ku di rojên dawî de tevgereke mezin a koçberiya bi komî ji gelek gund û bajarokan çêbûye û her kes li benda vegerê ye.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku zirarên mezin gihîştine jiyana sivîlan û pergala perwerdeyê sekiniye.

Îlham Ehmed got: “Em xebatên xwe didomînin. Ji bo bidawîanîna vî şerî hewldanên me hene. Hewldanên nîştimanî û navneteweyî yên hêjayî spadariyê hene.”