Îhtîmal heye ku penaberên Efgan ên li Qeterê bişînin Efrîqayê
Li gorî raporek ku vê dawiyê hatiye weşandin, tê gotin ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê zêdetirî hezar û 100 penaberên Efgan ji Qeterê dişîne welatên Afrîkayê.
Navenda Nûçeyan – Zêdetirî hezar û 100 welatiyên Efgan ku piştî hilweşîna hikûmeta Efganistanê û vegera Talîbanê ya ser desthilatdariyê di sala 2021’ê de ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ve şandibûn Qeterê, niha jî di hûndirê baregeheke leşkerî ya berê hatiye tehliyekirin dimînin.
Li gorî raporên hatine weşandin, rayedarên Emerîkî planên çareserkirina rewşa van kesan, tevî vebijarka veguhestina wan ji bo welatên Afrîkayê, dinirxînin. Lê hûrguliyên vê pêşniyarê, tevî welatên hedef an jî dema pêkanînê, hê bi fermî nehatine ragihandin.
Ev penaber di destpêkê de weke beşek ji valakirina berfireh piştî ketina Kabulê, bi armanca temamkirina pêvajoya koçberiyê û bicihkirina wan bo welatên sêyemîn hatin veguhestin. Lê ji ber guhertinên di polîtîkayên koçberiyê yên Dewletên Yekbûyî de, di nav de sînorkirinên ku di dema rêveberiya Trump de hatine sepandin, şandina hinek ji wan bo Dewletên Yekbûyî rawestiyaye.
Her wiha rapor nîşan didin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê berê planên girtina vê kampê li Qeterê dinirxand ku ev yek fikarên li ser pêşeroja niştecihên wê zêde dike.
Hişyariya li ser xeterên şandina koçberan
Di heman demê de, çalakvanên mafên koçberan hişyarî dan ku şandina van kesan ji bo welatên din bêyî zelalî û garantiyên ewlehiyê dikare wan bi xeterên nû re rû bi rû bihêle. Hinek çalakvanên Efgan û Emerîkî jî rexne li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê kirin ku ji ber van penaberan qebûl nekiriye û tekez kirin, gelek ji wan ji ber rewşa ewlehiyê nikarin vegerin Efganistanê.
Çarenûsa hinek ji wan penaberan hê nediyar e
Zêdetirî du sal piştî vekişîna hêzên Emerîkî ji Efganistanê, çarenûsa hinek penaberên ku di rê de bûne hê jî nediyar e