Îdiayên nû yên li ser rektorê YYU’yê: Ji doza Rojîn Kabaîşê heya tawanên zayendî

Gumanên li ser Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Hamdullah Şevlî di doza Rojîn Kabaîş de kûrtir dibin. Ligel binpêkirinên ewlehiyê yên li kampusê, îdiayên nû yên êrîşa zayendî û zextên li ser xwendekaran derketin holê.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Rojîn Kabaîş a ku xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil bû, piştî du rojan winda bû cenazeyê wê hat dîtin û delîl û bêserûberiyên ku piştî wê derketin holê, bala gelek kesan dan ser rektorê zanîngehê Hamdullah Şevlî û kesên ku ew bi wan re têkildar bû. Rektor Hamdullah Şevlî niha ji ber îdiayên tecawizê dîsa di bin çavan de ye.

Gumanên li ser rektor û biryara vekirina riyên kampusê

Rektor Hamdullah Şevlî hewl da Nizamettîn Kabaîş, bavê Rojîna ku di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû, cenazeyê wê di 15’ê Cotmehê de hat dîtin, îqna bike ku "keça wî xwe kuştiye". Wekî din, hat ragihandin ku heman rektor beşdarî otopsiya Rojînê li Saziya Tiba Edlî (ATK) bûye.

Dîtina cenazeyê Rojînê li perava Molla Kasim ku 20 kîlometre dûrî perava kampusê ye û DNA’ya du mêran a di encama otopsiyê de li ser hat dîtin, gumanên kuştinê xurt kir.

Guhertinên ewlehiyê û îdiayên li ser keya

Sînorê di navbera sînorê bakur ê kampusa Zanîngeha Van Yuzuncu Yil û gundê Bardakçi de ji ber sedemên tedbîr û ewlehiyê hatibû girtin lê beşa girtî paşê bi talîmatên Rektor Hamdullah Şevlî ji nû ve hat vekirin.

Li herêma ku behsa wê tê kirin tu kabîna ewlehiyê yan jî karmendên ewlehiyê yên tayînkirî tunebûn; vekirîbû, kamerayên ewlehiyê yên li herêmê nexebitîn. Wekî din, Tevfîk Uçar ê keyayê gundê Bardakçı ku daxwaza vekirina vê têla dirandî kir, di raya giştî ya Wanê de bi girtina gelek peymanên înşaetê di nava kampusê de û bi dostaniya xwe ya nêzî Rektor Hamdullah Şevli dihat nasîn.

Li gorî gelek îdiayan Tevfik Uçar ê keyayê gundê Bardakçi, piştî bûyerê hemû kamerayên li gund rakirine. Her çendî keya di destpêkê de gotibû "li gund kamera tune ne" lê paşê derket holê ku wî bi xwe kamera rakirine. Her çendî van îdiayan gumanên li ser rektor zêde kiribin jî Hamdullah Şevli dîsa derket pêş, vê carê bi dozeke tecawizê.

E-nameya asîstana lêkolînê û îdiayên tecawizê

Her çiqas tê îdiakirin ku Rektor Hamdullah Şevlî tecawizê asîstana lêkolînê ya li Fakulteya Tûrîzmê ya YYU’yê kiriye jî e-nameyek ku asîstana lêkolînê B.D. tê de bûyerê vedibêje, li ser medyaya dîjîtal hatiye parvekirin. Peyama ji asîstana lêkolînê ku tê îdiakirin ji aliyê Rektor Hamdullah Şevlî ve rastî tecawiz û şantajê hatiye, van gotinan dihewîne:

"Dema min li Fakulteya Tûrîzmê xwendina masterê didomand, di çalakiyên fakulteyê de wekî pêşkêşvan xebitîm. Rektor Hamdullah Şevlî beşdarî yek ji van bernameyan bû. Piştî bernameyê, ew bi dekanê me, E.O., re axivî û got ku ew dikare min wekî alîkarê lêkolînê li fakulteyê bigre. Min qebûl kir, ez dixwazim. Di cih de piştî destpêkirina kar, nameyek ji ofîsa rektoriyê ji fakulteyê re hat û min agahdar kir ku ez wekî pêşkêşvanek li Ofîsa Koordînasyona Ragihandina Pargîdaniyan hatime tayînkirin. Her çendî min ev erk nexwest jî min qebûl kir. Ji ber van sedeman, gelek caran ji ofîsa rektoriyê bangî min dihat kirin. Di vê pêvajoyê de, rastî êrîşa zayendî ya rektor hatim. Dema ku min ji rektor re got ez naxwazim vê rewşê bidomînim, wî gef li min xwar û got ku vîdyoyên min li cem wî hene. Dema min ji dekanê me tişta ku qewimiye vegot, wî ji min re got ew jî rewşê dizane û divê ez ji bo xatirê meqamê xwe bêdeng bimînim. Ez êdî nikarim vê rewşê tehemul bikim. Ji kerema xwe re alîkariya min bikin. Bi dilsozî…"

Şebekeya fuhûşê û rewşa xwendekaran

Ji aliyekî din ve, vîdyoyek ku hefteya borî li ser medyaya dîjîtal hat parvekirin, şebekeya fuhûşê ya ku xwendekarên Zanîngeha Wanê hedef digirtin, dîsa anî rojevê. Di vîdyoyê de, xwendekarek zanîngehê li Wanê got: "Ez êdî nikarim vê bikim, ez xwe baş hîs nakim. Ez wan kesên ku bûne sedema vê rewşê efû nakim. Ez pir xemgîn im. Min heta sibehê xwend lê ez nikarim bikim. Niha saet 6:00’ê sibê ye, ez pir xemgîn im. Kes hewl nade alîkariyê bike. Her kes dibêje ku her tiştê baş dike lê kes tiştek nake. Nifira min ji we re ye." Piştî vîdyoyê, hat ragihandin ku xwendekara jin hewl daye xwe bikuje.

Pirsên parlamenteriyê yên bêbersiv mane

Zêdetirî deh pirsên parlamentoyê yên ku ji aliyê parlamenterên Partiya DEM’ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigît û Gulderen Varli ve ji 22’ê Cotmeha 2024’an vir ve, der barê doza Rojîn Kabaîş, kêmasiyên ewlehiyê yên li zanîngehê û îdiayên fuhûşê de ji Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Dadê re hatine şandin, bêbersiv mane. Di 29’ê Tîrmehê de, parlamenter Mehmet Yeneroglu jî der barê îdiayên tecawizê yên têkildarî rektor de pirsek li parlamentoyê pêşkêş kir.

Parlamenter ji wezaretê ev pirs kirin:

*Gelo der barê îdiayên êrîşa zayendî û gefên Rektorê Zanîngeha Van Yuzuncu Yil Hamdullah Şevli de lêpirsîn an lêpirsînek hatiye destpêkirin?

*Gelo der barê îdiayan de gilînameyek sûc ji rayedarên dadwerî re hatiye kirin?

*Gelo di dema lêpirsînê de, bi berçavgirtina xetera veşartina delîlan û zexta li ser mexdûr, nirxandinek li ser îhtîmala dûrxistina rektorekî ku îdiayên wiha li dijî wî hene, hatiye kirin?"

*Gelo lêpirsînek îdarî li dijî dekanê berê hatiye destpêkirin ku tê îdiakirin tevî ji rewşê agahdar bûye jî divê ew 'ji bo meqamê xwe bêdeng bimîne'?

 *Gelo îdiayên ku Rektor Hamdullah Şevlî û Sekreterê Giştî Cahît Tekîn zext li malbatê kirine û talîmat dane nexweşxaneyê da ku bûyer neyê eşkerekirin, ji aliyê Wezareta we ve hatine lêkolînkirin?

*Di pênc salên dawî de li Zanîngeha Van Yuzuncu Yil, çend serlêdan li ser îdiayên tacîza zayendî, êrîşa zayendî û mobbingê hatine kirin?

*Ji van serlêdanan çend bi lêpirsînê, çend bi cezayan û çend bêbersiv mane?”