Îdiayên komkujiyên li Darfûrê û zêdebûna tundiya li Sûdanê fikaran zêde dike

Rapora NY’ê, eşkere kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li El-Faşerê qetlîamên girseyî, tecawiz û îşkenceyên li ser bingeha etnîkî û siyasî kirine. Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’ê fikarên xwe ji ber bikaranîba dronên anî ziman.

Xartûm- Pevçûnên li Sûdanê nêzî çar salan didomin û qeyranên ewlehî û siyasî yên navxweyî li welat kûrtir dibin. Di encama qeyranan de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan kes hem li hundir hem jî li derveyî welat ji cih û warên xwe bûn.

Li gorî lêkolîna serbixwe ya NY’ê, kiryarên Hêzên Piştgiriya Lezgîn li El Faşêrê êrîşên bi koordîne yên li ser bingeha etnîkî, zayendî û siyasî ne qetlîamên girseyî, tecawiz, îşkence û pêkanînên hilweşandinê didomin. Hat diyarkirin ku ev rewş li gorî qanûnên navneteweyî sûcê "qirkirinê" ye.

Şandeya Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku kiryarên RSF'ê yên li El Faşêr û derdora wê operasyoneke qirkirinê ya rêxistinkirî ye ku armanc dike kesan ji komên etnîkî yên tên parastin qetil bike, zirara giran bide û bi qismî yan jî bi tevahî komê tune bike. Şandeyê, destnîşan kir ku êrîşên sîstematîk bi taybetî li dijî jinên Zagawa û Fure û jinên Ereb tên kirin. Şandeyê, tekez kir ku li Kordofanê pêdivî bi awayê lezgîn bi parastina sivîlan heye û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo pêşîgirtina li sûcan, darizandina berpirsyaran û misogerkirina edaletê bikeve nava tevgerê.

Fikarên navneteweyî

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, da zanîn ku di êrîşên balafirên bêmirov ên li çar eyaletên Sûdanê de zêdetirî 50 sivîl hatine qetilkirin û fikarên xwe anî ziman. Komîser da zanîn ku êrîş li dijî binesaziya sivîl a mîna bazar, navendên tenduristiyê û dibistanan tên kirin û bang li hemû aliyan kir ku van êrîşan rawestînin û sivîlan biparêzin.

Hewldanên ji bo alîkariya mirovî

Karwanên alîkariyê yên NY’ê, piştî navberek sê mehan gihîşt Dalang û Kadugli yê li Kordofana Başûr û ji bo zêdetirî 130 hezar kesan pêdiviyên bijîşkî, xurek, tenduristî, perwerde û ava vexwarinê hat dabînkirin. Nûnerê UNICEF’ê yê li Sûdanê, destnîşan kir ku karwanê alîkariyê ji bo zarokên ku demek dirêj ji alîkariyê bêpar mane jiyanî ye. Neteweyên Yekbûyî, bang li hemû aliyan kir ku ji bo sivîlan mercên gihîştina bê asteng û tavilê ya alîkariya mirovî dabîn bikin.