Îdianameya 9 rojnamevanan ji dadgehê re hate şandin

Îdianameya 9 rojnamevanên ku Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayûmat ên girtî jî di nav de ji Dadgeha 25'emîn a Cezayê Giran a Stenbolê re hate şandin.

Navenda Nûçeyan- Di serdegirtinên malan ên di 23’ê Nîsanê de li Stenbolê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û rojnameger Erdogan Alayûmat, li Enqereyê nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan û li Rihayê jî nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatibûn binçavkirin. Ji rojnamevanên ku di 26’ê Nîsanê de sewqî Edliyeya Çaglayanê hatin kirin Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û Erdogan Alayûmat bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîna der barê rojnamevanan de temam kir. Îdianameya rojnamevanan ji 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re hate şandin.

Divê dadgeh di nava 15 rojan de biryarê bide ku dê îdianame were qebûlkirin an na.