Êzidiyên Rojava şehîdên Fermanê bibîr anîn
Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê li gundê Dugirê yê girêdayî navçeya Amûdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya salvegera 11’emîn a fermana 74’an li dijî civaka Êzidî, çalakiyek li dar xist.

Amûdê – Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê li gundê Dugirê yê navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişlo bi boneya 11’emîn salvegera fermana 74’an çalakiyek li dar xist. Di alakiyê de Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê bi piştevaniya Rêveberiya Xweser, Mîr û Meclîsa Rûhanî Berê Binyatê ya projeya avakirina Pîrozgeha Êzidiyan danîn.
Çalakî bi tevlîbûna endamên Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê, endamên Rêveberiya Xweser, Rêxistina Kongra Star û endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan hat lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji rêveberiya Jinên Êzidî Hediya Şemo têkildarî çalakiyê axivî û got: “Civak û ola Êzidî li ser rûyê gerdûnê yê herî kevnar e lê mixabin her dem rûbirûyî ferman, qirkirin, koçberî û qetilkirinê maye. Tu caran civaka Êzidî serê xwe netewand, 74 ferman li serê wan hatin kirin, em ne şahidên her 74 fermanan bûn lê fermana herî dawî ya ku di sala 2014’an de li Şengalê hat rakirin em bûn şahid.
‘Em ê serî netewînin’
Me dît ku çawa çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşeke hovana ketin Şengalê, jin û zarokên me revandin û tecawizî wan kirin, mêran jî qetil kirin. Ji bo me Êzidiyan êşek pir mezin bû. Gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe deriyê xwe ji civaka Êzidî re vekir û bi dilekî mezin ew di nava xwe de hewandin. Em dibînin her dem komkujî û ferman li ser civaka Êzidî û bi taybet jinên wan tên rakirin. Ji ber ku di kesayeta Êzidiyan de dixwazin civaka Kurd tune bikin.
Êzidî koka resen a Kurdan e, ji bo wê naxwazin Kurd bi serkevin û van fermanan pêk tînin. Lê bila baş bizanibin ku gelê Kurd tu carî xaka xwe bernade, her dem şer, êrîş û komkujî li ser gelê Kurd tê kirin. Lê hê Kurd wê her dem têkoşîn û berxwedanê bidomînin û serî ji dagirkeriyê re netewînin. Em ê jî weke jinên Êzidî xwedî li civaka Êzidî derkevin û parastina xak û pîrozgehên xwe bikin, tu carî serî netewînin.”
Piştî axaftinê Koma Faroq a Zarokan behemên stran gotin, Mîr û Meclîsa Rûhanî Berê Binyatê danîn.
Çalakî bi dirûşma “Şehîd Namirin’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê” bi dawî bû.