Êrîşî xwepêşandana mamoste û karmendan kirin
Hêzên ewlehiyê li bajarê Silêmaniyê êrîşî xwepêşandana mamoste û karmendan a ji bo mûçeyên meha Gulanê kirin. Gelek mamoste, karmend û rojnamevan hatin binçavkirin.

Silêmanî – Ev nêzî 2 meh in mamoste û karmand li benda girtina mûçeyên meha Gulanê ne. Meha Hezîranê bi dawî dibe, lê heta niha nediyar e ku mûçe dê kengî bên dayîn. Îro li Silêmaniyê, ji ber nedayîna mûçeyan mamoste û karmendan li ber Dibistana Rojava ya li Silêmaniyê dest bi xwepêşandanê kir.
Hêzên ewlehiyê êrîş kirin
Mamoste û karmendan bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku mûçeyên wan li gorî dema diyarkirî belav bike. Komek mezin ji hêzên ewlehiyê, li hinek kolanên Silêmaniyê belav bûn û amadekariya destwerdanê kirin. Hêzên ewlehiyê, rê li xwepêşandanê girtin û hejmarek mamoste û fermanber desteser kirin.
Ji Navenda Metro banga ‘Rojnamevanan berdin’
Her wiha rojnamevan û karmendên ragihandinê jî hatin desteserkirin. Rêxistina mafên rojnamevanan a bi navê Navenda Metro, ji bo parastina mafên rojnamevanan daxwaza berdana wan kir.