Êrişî nivîskara muxalif a Îranî Mehregan Namavar kirin
Nivîskara Îranî Mehregan Namavar a ku bi nasnameya xwe ya muxalîf tê naskirin bi êrîşê re rû bi rû ma. Nivîskara ku bi giranî birîndar bû rewşa wê giran e.

Navenda nûçeyan – Tundiya li dijî çalakvanên sîvîl, nivîskar û hunermendan li Îranê her diçe zêde dibe. Serpêhatiyên nivîskar û rexnegira wêjeyî Mehregan Namavar rewşa niha ya mafên mirovan û dadmendiya civakî ya li welat nîşan dide.
Mehregan Namavar, ji ber nasnameya xwe ya muxalîf hat hedefgirtin. Ji aliyê hêzên ku cilên sîvîl li xwe kirine ve rastî tundî û hewldana kuştinê hat. Di êrîşa li nêzî Geliyê Labakê de 2 mêr û jinek rûyên wan bi maske ketin pey wesayîda nivîskar û paşê jî êrîşê wê kirin. Di dema êrîşê de telefona nivîskar jî hat dizîn.
Di nûçeya ku der barê Mehregan Namavar a bi giranî birîndar bû de hat ragihandin ku nivîskar ji çav, rû û lingên wê birîndar bûye û rewşa wê hê jî giran e. Mehregan Namavar 11’ê Adara 2020’an li Dehdeştê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibu girtin piştî 16 rojan ji navenda girtîgeha Dehdeştê hatibû berdan.