Êrîşên wek îşkence û zayendî lêgerîna tazî
Seroka Şaxa Setnbolê ya ÎHD Gulseren Yolerî têkildarî pêkanîna lêgerîna tazî ku di rojên dawî de tê nîqaşkirin got: “Tiştên tên jiyîn, li Tirkiye niha weke lêgerîna hûrgulî ya di mevzuatê de heye, lêgerîna tazî weke rêbazek ya îşkenceyê tê pêkanîn.”

SERPÎL SAVUMLU
Navenda Nûçeyan- Îşkence bi giştî, weke tolhiladana fîzîkî û ruhî, cezakirin, girtina agahî, tirsandina çav yan jî hemû xebatên ku bi armanca texilandina êşê bi mirovan bide jiyîn tê bi navkirin. Li Tirkiye diyardeya îşkence, her desthilat weke rêbazek ku li dijî muxalefetê pêşxistiye, mijara her demê ye.
Bi dirûşmeya ‘Ji îşkenceyê re sifir tolerans’ karneya AKP’ê ya hatî desthilatê ji destpêkê heta niha li gorî raporên rêxistinên mafê mirovan, bi van pratîkan tijeye. Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiye, li gora daneyên 2014’an; Li Tirkiye bi îdaeya rastî îşkence û nêzîkatiyên xirab hatine bi giştî 692 kes û xizmên kesan serlêdan kirine.
‘Herî kêm 4 hezar û 368 kesan serlêdana îşkence kirine’
Di rojên dawî de bûyerên tundiya ku tê jiyîn çawa zêde bûne tê nîqaşkirin, parêzvanên mafan balê dikşînin ser daneyên di serlêdanên beriya salekê hatin kirin de her ku diçe zêde dibe. Di dema mudexeleya hêzên ewlehiyê di civînên aştiyane û xwepêşandanan de, li kolan û qadên vekirî yan jî li cihên weke cihên kar û malan de, ango li cihên binçavkirinê yên ne fermî û ji derveyî qadên binçavkirinê îşkenceyên tên jiyîn û pêkanînên din ên nêzîkatiyên xirab di sala 2024’an de bi hemû dijwariya xwe dom kir. Li gorî danyên Yekîneya Dokumantasyon a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di 11 mehên sala 2024’an de, di encama mudexeleya hêzên ewlehiyê ya di çarçoveya kombûn û azadiya xwepêşandanan de çalakiyên aştiyane hatin kirin de 4 hezar û 368 kes bi pêkanînên îşkence û nêzîkatiyên xirab hatine binçavkirin. Beşek girîng ê serlêdanan ji pêkanînên lêgerîna tazî li navendên binçavkirin û girtîgehan de hatîn jiyîn pêktên.
‘Hertim hate înkarkirin’
Li Tirkiye çalakiyên ku di 19’ê Adarê de hatîn jiyîn û piştî wê di serdegirtinên malan de yan jî di xwepêşandanên protestoyî de yên ku hatine binçavkirin pêkanîna lêgerîna tazî yan jî hê zêdetir axaftina wê bû sedemê bertekan. Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç got: “Li welatê me rewşek weke ‘lêgerîna tazî’ nîne û wê nebe.” û piştî wê hate dîtin ku xwegihandina nûçeyên derbarê vê mijarê de hatin astengkirin. Herçend daxuyaniya Wezîrê Edaletê di vî alî debe, berê li Meclîs bi cara derbarê vê mijarê de pêşnûme pirs hatin dayîn, axaftin hatin kirin. Ne ev tenê bû dem dem pêkanîna lêgerîna tazî ku dihat înkarkirin ji aliyê wekîlên AKP’ê ve hatin qebulkirin. Ozlem Zengî ya AKP’ yî îfadeya ku: “Ez qet bawer nakim ku lêgerîna tazî hebe.” piştî vê axaftina xwe di daxuyaniya xwe ya piştî wê de got: “60 salên çûye û hatiye ev pêkanîn hene. Li Ewropa, DYE û Îsraîlê heye.”
‘Bi awayek kêfî tê pêkanîn’
Erê weke li gelek welatên dinyayê li Tirkiye jî pêkanîna lêgerîna tazî tê kirin. Ji xwe desthilatek ku pêkanîna ku tê înkarkirin xistiye mevzuatê. mînak; di mevzuatê de; “Tişt an jî amûrên qedexe ku pêwîst e bi hikumxwar re nebin ger ku pê re bên girtin, ji ber guman û nîşaneyên cidî, rêveberê herî bilind ê saziyê hewcedarî bibîne, dê wek hincet bê dîtin û lêgerîna tazî û di nav wesleyên çal ên hikumxwar de, dikare bê kirin. Pêkanîn ji bo hemû girtiyan tê tarîfkirin. Herçend hatibe pêşbînîkirin bi şertê ku ‘guman û nîşan’, bi awyaek kêfî tê encamdan. Îro lêgerîna tazî di navendên binçavkirin û girtîgehan de li jin, mêr û hemû kesan tê pêkanîn. Tiştên ser kesan tên derxistin, hinek deman çalên beden bi dest tên kontrolkirin, ji kesan dixwazin bidin xwe. Ev pêkanîna li dijî hezmkirina kesê, bê kesyatekirin, tirsandin û destjêberdanê wek amûrek a zextê bi kartînin. Pêkanîna lêgerîna tazî wek rêbazek ya îşkence tê binavkirin, di heman demê de wek tundiya zayendî tê tarîfkirin.
‘Qilifê nêzîkatiyên xirab’
Li gel Seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Gulseren Yolerî em derbarê lêgerîna tazî ku di rojên dawî de em rastî hatin axivîn.
Gulseren Yolerî diyarkir ku derbarê mijara nasîna îşkenceyê de peymanên navnetewî hene û cardin di hiqûqa navxweyî de derbarê vê de çarçove hatiye xêzkirin û wiha got: “Ger em li ser pênaseyan bi nirxînin, îşkence li dijî kesan weke fîzîkî û derûnî, ji bo êşkişandin û ezyetdayînê û tirsandinê tê pêkanîn, hewldana agahîgirtina ji kesan, bi aramnca cezakirinê weke çalakiyên ku ji aliyê erkdarên civakê ve hatiye wesifkirin.” Gulseren Yolerî da zanîn ku dinava nêzîkatiyên xirab û îşkence de sînorek hatiye xêzkirin, îfadekir ku bi vê sînorê li Tirkiye li ser nêzîkatiyên xirab doz hatine vekirin, vê jî hişmendiyek ku li welat ‘îşkence nîne’ ava kiriye.
Gulseren Yolerî da zanîn ku îşkence bi awayek sîstematîk di dome û got: “Zexta fîzîkî û derûnî ku bi awayek sîstematîk tê pêkanîn an jî rêbazên ezyetê digre nava xwe. Îşkence hem di qada navnetewî de hem jî di hiqûqa navxweyî de qedexeye. Li Tirkiye bi sererastkirina hiqûqa ceza di sala 2004’an de îşkence dibin sernavê sûcê li dijî mirovatiyê hate pênasekirin û di sûcên îşkenceyê de parastina demboriyê êdî nabe mijara gotinê. Li ser çiqas dem derbas bibe bila derbas bibe, divê sûcên îşkenceyê bê cezakirin, ev di hiqûqa meya navxweyî de heye. Lê belê em dibînin ku di pêkanînê de li ser giliyên ên îşkence dîtine derbarê kiryaran de hejmara dozên hatin vekirin sînordare. Êdî di bûyerên ku tu rêya revê neyî de dem dem li ser van madeyan, ji îşkenceyan dikarin doz vekin, lê belê bi esasî nêzîkatiyên xirab an jî weke ku di sînorên nêzîkatiyan de maye hinek tesbîtên ‘tundî heye, lê belê tundî di sînorî neçar de maye, em dibînin ku ev doz nehatine vekirin.”
‘Pêkanînek sîstematîk’
Gulseren Yolerî bi taybet bal kişand ser îdeayên ku piratîkek a darazê ya hevgirtî nine û têkildarî lêgerîna tazî de ev tişt got:
“Pirsgirêka lêgerîna tazî, ji xwe qet di mevzuatê de nîne û di pêkanînê de heye. Beriya her tiştî dihat îdeakirin ku li Tirkiye weke Komeleya Mafê Mirovan ku gelek dihat niqaşkirin, selêdanên li gelek komeleyan nîqaş li ser lêgerîna tazî hate kirin, wek ku qedexeya îşkenceyê binpê dike em dibînin ku derketiye pêşberî me. Weke pêkanînek qedexeya îşkenceyê ya destûra bîngehên û peymanên navnetewî de yan jî rêzdariya li jiyana taybet ya kesan û mahremyetê gelek maf hatine binpêkirin, wek pêkanînek sîstematîk em dibînin derketiye pêşberî me.”
‘Dem dem serlêdan tên kirin’
Gulseren Yolerî destnîşan kir ku bi bertekên ku di sala 2020’an de ava bûne lêgerîna tazî di mevzuatê de weke ‘lêgerîn hûrgulî’ hatiye bi navkirin û pêkanîn bi heman awayî di dome û wiha got: “Ji ber di mevzuatê de nasîna wê heye, erkdarên civakê li navendên binçavkirinê û girtîgehan rê li ber wê yek divekin ku dem dem serlêdanên vê pêkanînê bikin. Ji ber nasîna wê bi xwe şêloye.” Gulseren Yolerî diyarkir kir ku rayedar bi daxuyaniyên ‘Me li gora mevzuatê tevger kiriye’ rûbirû dimînin.
‘Eve îşkenceye’
Gulseren Yolerî îfadekir ku ji bo pêkanîn hebe, divê ev tarîfa zorî were kirin û li gorî rapora Girtîgehê Herêma Marmara ya sala 2024’an, ji 280 selêdanan tam 124 bi giliyê lêgerîna tazî serlêdan kirine. Gulseren Yolerî da zanîn ku li girtîgehê di rewşa ku di hedîtinan de tu temasek nîne, lêgerîn ferz kiriye, anî ziman ku rewş ji îzahê par negirtiye. Gulseren Yolerî ev tişt got:
“Daneyên ku me di gelek hedîtinan de bi dest xistine ji mere vê dibêje; Li Tirkirye ku niha lêgerîna tazî weke lêgerîna hûrgulî di mevzuatê deye, weke rêbazek a îşkenceyê tê pêkanîn. Ji ber vê ev rêbaza îşkence, zîhnyeta li Tirkiye di aliyê pratîka vê pêkanînê de dema em di nirxînin em vê wisan dibêjin. Ev rêbazên îşkenceyê rumeta kesan dişêkêne, kesan biçûk dixwe, ji bo pêkanîna zextê li wan bike û têkoşîna wan asteng bike rêbezek ku tê bi karanîne.”
‘Ev di heman demê de tundiya zayendî ye’
Gulseren Yolerî îşaret bi wê yekê kir ku lêgerîna tazî di heman demê de tundiya zayendî ye û wiha got: “Ez gelek net dikarim vê bibêjim. Di sererastkirinên yasî ku em nîqaş dikin de jî hincetek hatiye nivîsîn. Em vê nasandina berfireh nîqaş dikin û ew tiştek dine, lê belê ger hun bê hincet divê rewşê debin, hun li kes lêgerîna tazî ferz dikin, li vêderê îşkenceyek heye. Di heman demê de em behsa tundiya zayendî û îşkenceya zayendî dikin. Li vêderê pêwîst nake dest bi avêje bedena kes.” Gulseren Yolerî îfadekir ku şopandina ku divê dest neyê avêtina bedena kes di çarçoveya sûc deye û ev rewşa ku ji mirovan çokdayîn û dayîna xwe tê xwestin, ji aliyê heman kesên ji heman zayendî were kirin ve jî sûc e û normal nayê qebulkirin.”
‘Kiryar di veşêrin’
Gulseren Yolerî got: “Ji pêkanînê çi bê gotin bila bê gotin, em bi israr neçarin bêjin ev li Tirkiye îşkenceye.” amaja bi wê yekê kir ku ger pirsgirêk komkirina belgeyan be, belge jî bi kamereyan divê were belgekirin û rêgezek wê heye, pêkanîn piranî li qadên bê kamare tê kirin û ev tê wateya kiryar xwe veşêrin.”
‘Bertek bi qedrin’
Gulseren Yolerî da zanîn ku komeleya wan divê mijarê de gelek xebat kirine û di encama têkoşîna wan de tedbîra ‘lêgerîna tazî’ ji yasayê derketiye, lê belê bi navên cûda dom kiriye. Gulseren Yolerî da zanîn ku bertekên hatîn nîşandan gelek bi qedrin. Herî dawî ev tişt got: “Çarçoveya vê sererastkirinê, ji bo bi awayek diyarker derbikeve holê, mafê mirovan û mafê girtiyan bi awayek guncaw were sererastkirin û dizaynkirina wê girînge û pêwîstî bi pratîkek ku di tu şertan de îşaret bi îşkence û êrîşên zayendî dike yan jî pêkanînên ku destûr dide vê bi awayek ku nebe mijara gotinê were sererastkirin û vegera zîhenyetê heye.”