Êrîşên niştecihan 5 hezar û 900 Filistîniyan ji cih û warên wan kir

Li gorî raporek nû ya Çavdêriya Mafên Mirovan, zêdebûna êrîşên niştecihan a li Şerîaya Rojava ya ji destpêka sala 2023’an û vir ve bûye sedema koçberbûna niştecihên 107 herêm û wargehên Filistînî û bandor li nêzî 5 hezar û 900 kesan kir.

Navenda Nûçeyan- Filistîniyên li Şerîaya Rojava, hêj bi zêdebûna êrîşên nitecihan, berfirehkirina niştecihên Îsraîlê û operasyonên leşkerî yên berfireh re rûbirû dimînin. Ev pêvajo bûye sedema valakirina bi tevahî an jî qismî ya bi dehan cihên niştecîhbûnê.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, di rapora xwe ya di 20’ê Tebaxê de hat weşandin de, diyar kir ku ji Çileya 2023’an û vir ve êrîşên niştecihên Îsraîlê ya li Şerîaya Rojava bû sedem ku 5 hezar û 900 kesên ji 107 wargehên Filistînî koçber bibin.

Rêxistinê, diyar kir ku êrîş, kuştin, êrîşa çekdarî, tundî, şewitandin û wêrankirina milkê ya bi taybetî yên ku mehên Adar û Nîsanê de, neçar kir ku Filistîniyan ji axên xwe derkevin.

‘Rayedarên Îsraîlê piştgiriya darayî û yasayî didin niştecihan’

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, rayedarên Îsraîlê bi dayîna piştgiriya darayî û yasayî ji bo niştecihan tawanbar kir. Li gorî raporê, nêzî 50 mîlyon şekel (16 mîlyon dolar) ji bo niştecihan hatine veqetandin û ev budçe ji bo kirîna dron, alavên dîtina şevê û wesayîtên çar teker hatiye bikar anîn.

Rêxistinê, destnîşan kir ku hinek êrîş bi beşdariya hêzên Îsraîlê an jî bêyî wan çêbûne û ev yek wekî "bêcezatî" bi nav kir. Li gorî daneyên Yesh Din’ê, ji sala 2005’an û vir ve tenê ji sedî 3’ê dozên têkildarî tundiya niştecihan bi mehkûmkirinê encam bûye.

Koçberkirina bi zorê û bipergalî ya Filistîniyan Peymana Çaremîn a Cenevreyê binpê bike

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, bang li hikûmetan kir ku li ser kesên berpirsiyarê binpêkirinên mafên mirovan cezayan ferz bikin, sewqiyata çekan a ji bo Îsraîlê rawestînin û bazirganiya bi niştecihên neqanûnî re qedexe bikin. Her wiha rêxistinê, diyar kir ku koçberkirina bi zorê û bipergalî ya Filistîniyan dibe ku Peymana Çaremîn a Cenevreyê binpê bike û li gorî qanûna navneteweyî sûcek be.