‘Êrîşên li ser tenduristiyê li Sûdanê didome’
WHO diyar kir ku êrîşên dubare yên li ser nexweşxane û navendên tenduristiyê ya li Sûdanê, gef li ser sivîlan û xebatkarên tenduristiyê dixwo û hêj hejmarek zêde ya xebatkarên tenduristiyê di bin şert û mercên ne diyar de tên girtin.
Sûdan – Navendên tenduristiyê li Sûdanê, bi pêlek êrîşan a nehatiye dîtin re rû bi rû ye. ev êrîş dibin sedema mirin û birîndarbûna sivîlan û bi zêdebûna pevçûnan re pêdiviya ji bo xizmetên tenduristiyê jî roj bi roj mezin dibe.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), diyar kir di êrîşên li ser nexweşxaneyên li Sûdanê de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne, jiyana sivîlan û xebatkarên tenduristiyê ket xeteriyê û xwegihandina xizmetên tenduristiyê yên bingehîn sînordar bûne. Ji Nîsana 2023’an û vir ve di 201 êrîşan de hezar û 858 kes jiyana xwe ji dest dan û 490 kes jî birîndar bûn; tenê îsal di 65 êrîşan de zêdetirê hezar û 1620 kes jiyana xwe ji dest dan û 276 kes jî birîndar bûn. Ev yek ji sedî 80’ê mirinên di êrîşên li ser sektora tenduristiyê ya seranserê cîhanê tên kirin, pêktîne.
Nûnerê WHO’yê ya Sûdanê, balkişand ku êrîş zêdebûne û xwegihandina xizmetên tenduristiyê zehmet bûye û balkişand li ser girîngiya parastina xebatkarên tenduristiyê. Di 14’ê Kanûnê de li Delengê 9 xebatkarên tenduristiyê hatin qetilkirin û 17 kes birîndar bûn. Di 4’ê Kanûnê de di êrîşa li ser kreş û nexweşxaneyekê li Kalogiyê de 114 kes jiyana xwe ji dest dan. Li Darfûrê 5 hezar sivîl hatin binçavkirin û di êrîşa li ser nexweşxaneyeke doxûmê ya li El Faşêrê de zêdetirê 460 kes hatin qetilkirin û 6 xebatkarên tenduristiyê hatin revandin.
WHO’yê bang li hemû aliyan kir ku şer û pevçûnan rawestînin û gihandina alîkariya mirovî misoger bikin.
Li Nyalayê rewşa xebatkarên tenduristiyê yên girtî
Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku di girtîgehên Nyalayê de 73 xebatkarên tenduristiyê tên ragirtin û ji wan 9 kes hatine berdan û aqûbeta yên din hêj nayê zanîn. Ji Nîsana 2023’an û vir ve 234 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan, 507 birîndar bûne û 59 jî hêj winda ne. Torê, destnîşan kir ku divê hemû girtî bên berdan û mafên wan bên parastin û ji rêxistinên navneteweyî daxwaza kir ku xwegihînin girtiyan.
Lîderên Hêzên Piştgiriya Lezgîn, bi tevahî berpirsiyarê ewlehiya sivîlan û xebatkarên tenduristiyê tên dîtin. Tê daxwaz kirin ku demil dest bên berdan û li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî bên parastin.