Êrîşên li ser Rojava: Koçberî dibin sedema trajediyên mirovî yên nû

Ji Komeleya Koçberan Lîvya Artemîs diyar kir ku êrîşên li hember Rojava dê bibin sedema koçberiyên nû û trajediyên mirovî û wiha got: “Divê êrîş tavilê rawestin, dorpêçkirin were rakirin.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed-
Koçberiyên ku di tevahiya dîroka mirovahiyê de domdar in, ji ber sedemên cûrbecûr çêbûne. Şert û mercên xwezayî, şer, birçîbûn, an zilm hemû bûne sedem ku mirov ji cîhekî ber bi cîhekî din ve "bar bikin" an jî koç bikin.

Lê belê, sedem li herêmên ku Kurd lê dijîn ne ewqas cûrbecûr in.

Bi sed hezaran Kurd hene ku di dawiya serdema Osmaniyan û di salên destpêkê yên damezrandina Komara Tirkiyeyê de neçar man ku koçî Rûsyaya Sovyetê bikin. Bi heman awayî, bi hezaran Kurdên ku di dîrokê de ji komkujiyên li dijî Kurdan (Zîlan, Agirî, Koçgirî, Dêrsim, Mereş…) de sax man, neçar man ku koç bikin. Ji salên 1920’an heta 1980’yan, Kurd ji ber zilm û zordariya siyasî neçar man ku bibin "penaber" (carinan ber bi herêmên hundir, bi gelemperî ber bi Ewropayê ve).

Di salên 1990’î de zêdetirî 3 hezar û 500 gund hatine valakirin

Di salên 1990’î de bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, şewitandina gundan, tevlîkirina bi zorê ya milîsan, komkujî û pevçûnan Kurd neçar kirin ku gundên xwe biterikînin, koçî deverên navendî, bajarên din, an Ewropayê bikin. Li gorî hejmarên fermî, di salên 1990’î de zêdetirî 3 hezar û 500 gund hatine valakirin. Daneyên Neteweyên Yekbûyî û hin lêkolînên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê belge dikin ku zêdetirî milyonek kes ( tê texmînkirin ku di navbera 1 û 3 milyon de ye) ji cih û warên xwe bûne.

Li Sûriyeyê, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê şerê ku di sala 2011’an de dest pê kir, bû sedema ku bi milyonan kes ji malên xwe birevin. Sûrîyeyî neçar man ku koçî gelek welatên cîhanê bikin, bi taybetî bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Piştî şoreşa bi pêşengiya jinan a li Rojava, her çend gelek Kurdên Sûriyeyê vegeriyabin welatê xwe jî, gelek Sûrîyeyî hîn jî li deverên ji axa xwe dûr têdikoşin ku dijîn.

Hilweşîna rejîma Baasê ya di sala 2024’an de û hatina HTŞ’ê ya di şûna wê de, bi xwe re êrîş û komkujiyên nû li dijî Kurd, Elewî û Durzîyan anî. HTŞ’ê pêşî li peravên Sûriyeyê li hember Elewiyan komkujî kir, piştre raporên komkujiyên li ser Durziyan hatin belavkirin. Di dawiyê de, di Çileya 2026’an de êrîşan, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdan ên li Helebê kirin hedef. Ev êrîş li Rojavayê Kurdistanê, bi berxwedana hêzên YPJ û YPG’ê, zêde bûn.

Di vê navberê de, dorpêç bi taybetî li Kobanê berdewam dike. Astengkirin, nifûsê ji pêdiviyên herî bingehîn jî bêpar dihêle. Bûyerên li Sûriyeyê û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dibin sedema trajediyên nû, mirovan neçar dikin ku vegerin ser rêyên koçberiyê.

Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Çavdêrî û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê Lîvya Artemîs Yavuz êrîşên li ser Rojava, dorpêça li herêmê û koçberiyên nû û encamên wan nirxand.
'Ji bo sax mayînê…'

Lîvya Artemîs dibêje ku mirov bi xweajoyên ‘saxmayînê’ rêyên koçberiyê hildibjêrin û bi taybetî balê dikişîne ser şerê ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê derket. Lîvya ragihand ku li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), zêdetirî 6 milyon kes neçar man ku koçber bibin. Lîvya bi bîr anî ku dema ku pevçûnên yekem di sala 2011’an de destpê kirin, sivîl ji bo rizgarkirina jiyana xwe, ji bo zindîmanê xwe koçber bûn, çûn welatên wekî Tirkiye, Îran, Iraq û Urdunê û paşê ev koçberî ber bi Ewropayê ve pêk hatin. Lîva wiha got: “Bê guman, awayê ku mirov di dema êrîşên DAIŞ’ê de dihatin kuştin pir dijwartir bû. Firotina jinan li bazarên koleyan, îşkence û kuştina zarokan travmayek mezin çêkir. Wê demê koçberiya rastîn çêbû.”

Rêyên Koçberiyê: Destdirêjî, bazirganiya wesleyan, birçîbûn û tadeyî

Lîvya Artemîs encamên koçberiyê piştî şer, pevçûn û zilmê nirxand û bal kişand ser wê rastiyê ku jin û zarok li ser van rêyên koçberiyê herî zêde êş dikşînin. Lîvya gelek xetereyên wekî destdirêjî tecawiz, revandin, ketina zarokan a destê bazirganên organan û ferzkirina fihûşê ya li ser jinan rêz kir û wiha got: “Rêyên koçberiyê ji bo jin û zarokan bi taybetî dijwar in. Li ser sînoran mayîn tên danîn. Ew dikarin li ser mayînan bitepisînin. Ew dikarin ji hêla dronên çekdar ve werin hedefgirtin. Dikarin bi bazirganên zarokan re rû bi rû bimînin. Ew dikarin bi bazirganên organan re rû bi rû bimînin. Li ser sînoran nîşangir hene. Mînak, ew dikarin ji hêla nîşangiran ve werin hedefgirtin. Hin bûyer hene ku ji me re jî têne nîşandan. Ew neçar in ku 8 rojan bê xwarin û av di daristanê de bimînin. Ew rêya xwe winda dikin, ew winda dibin. Ev rewşên pir trajîk in.”

Encamên koçberiyê: Astengiya zimanî, cudakarî…

Lîvya Artemîs koçberiya ji Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê ve ya di sala 2011’an de û cudakariya ku penaber pê re rû bi rû mane, bi van gotinan bi bîr anî: “Zarok û jin pêşî rastî astengiya zimanî tên. Ger Kurd bighîjin bajarên Kurdan, ev pirsgirêk ewqas zêde dernakeve. Lê belê li bajarên din, hem Kurd û hem jî Ereb rastî gelek cudakariyan hatin. Mînak, li nexweşxane û dibistanan rastî pirsgirêkên astengiya zimanî hatin û hîn jî rastî wan tên. Jinên bêparastin rastî destdirêjî û tecawizê hatin. Zarok neçar man ku li kolanan bijîn. Tirkiye xwedî dezavantajek e; li gorî Peymana Cenevreyê, koçberên ku dighîjin vir nikarin statuya penaberiyê werbigirin. Ew bi piranî statuya penaberiya demkî distînin. Di encamê de, ji gelek mafan bêpar dimînin, li cihên kar bê sîgorta, bi mûçeyên kêm û ji bo saetên xebatê yên dirêjtir dixebitin. Lê dîsa jî mafê her kesî heye ku jiyanek baş bijî. Kes naxwaze welatê xwe biterikîne. Mirov ji ber xweajoyek jiyanî, xweajoyek ji bo rizgarkirina zarokên xwe koç dikin. Bê guman, barê li ser jinan pir girantir e. Ew ji ber zayenda xwe berê rastî cudakariyê tên. Ew rastî cudakariyê tên ji ber ku ew koçber in li cihekî biyanî. Ew li wir dimînin. Dikevin binê tecrîdê.”

‘Zêdetirî 280 milyon koçber hene’

Lîvya Artemîs da zanîn ku li seranserê cîhanê zêdetirî 280 milyon koçber hene, nêzî ji sedî 50’yê wan jin in û wiha got: “Ew ji şer direvin û li welatên xwe yên resen bi şert û mercên dijwar re rû bi rû dimînin. Ew ji bo jiyaneke çêtir û mayînde koçî welatên din dikin, lê li wir jî ew bi cudakariyê re rû bi rû dimînin an jî neçar dimînin ku vegerin. Koçberên Sûrî gelek caran li Ewropa û Tirkiyeyê, bi taybetî jî di demên hilbijartinê de, wekî ‘amûra hilbijartinê" tên dîtin. Ev nêzîkatî, êrîşek li ser rûmeta mirovan e.”

Dîwarên betonî û hêviya penaberan ji bo 'Jiyaneke Baştir'

Lîva Artemîs tekez kir ku her koçberî pirsgirêkên civakî û siyasî bi xwe re tîne û diyar kir ku nêzîkatiya penaberan qet neguheriye. Lîva mînakek ji Emrîkayê da û wiha pê de çû: “Emrîkayê dîwar ava kir da ku Meksîkayî nikaribin bikevin welêt. Bi heman awayî, dîwarên betonî li ser sînorê Tirkiyeyê hatin çêkirin. Penaberên Sûrî li Ewropayê bi heman rengî rastî cudakariyê hatin. Yek ji sedemên derketina Keyaniya Yekbûyî ji Yekîtiya Ewropayê kontrola koçberiyê bû. Di dema Angela Merkel de, îmtiyaz ji koçberan re hatin dayîn. Bê guman, di nav Yekîtiya Ewropayê de statuya tevgera azad heye. Îngilîstanê nexwest pir koçberan qebûl bike. Ji ber vê yekê, gelek sedem hebûn, lê ya herî berbiçav koçberî bû. Ji ber vê sedemê, wan xwest ku ji Yekîtiya Ewropayê derkevin û pêvajoya Brexitê dest pê kir.”

Astengiya li Rojava: Divê Neteweyên Yekbûyî tevbigere

Lîva Artemîs diyar kir ku êrîşên li ser Rojava dibin sedema komkujiyên nû û koçberiyê û ev agahî dan: “Çileya 2026’an ji bo Rojava salek xirab xuya dike. Kobanê carekê sembola berxwedanê û îlhama cîhanê bû. Ew cihek bû ku DAIŞ lê hate rawestandin. Di wan salan de, berxwedana jinên Kurd cîhanê girt. Mixabin piştî salan, Kobanê dîsa di bin dorpêçê de ye. Elektrîk, xwarin û av tune. Ji ber şert û mercên hewayê, sermayên pir dijwar hene. Zêdetirî 300 hezar kes ji ber pevçûnan koçî sînor, Qamîşlo, Kobanê û Hesekê kirine. Nifûsa van deveran ji nişka ve zêde bûye. Ji ber vê zêdebûna ji nişka ve ya nifûsê, hewcedariya xwarin û dermanan jî zêde bûye. Pêdiviya formula pitikan zêde bûye. Zarok li nexweşxaneyan ji ber kêmbûna oksîjenê an jî ji ber sermayê mirine. Ev jî dikare bibe sedema nexweşînan. Di gihîştina ava paqij de zehmetî hene. Di gihîştina xwarina paqij de zehmetî hene. Rastiyek tenê heye... nanpêjxaneyeke kar li Kobanê pirsgirêkek mezin e.”

'Alîkarî têr nake'

Lîvya Artemîs destnîşan kir ku piştî serhildana Kurdan a li çar aliyê cîhanê alîkarî destpê kiriye bighîje Rojava û girîngiya hevgirtinê bi van gotinan tekez kir: “Lê belê alîkariya ku gihîştiye, têr nake. Divê êrîş rawestin û dorpêç were rakirin. Werin em bangên xwe ji vir dubare bikin; erkê herî mezin dikeve ser milê Neteweyên Yekbûyî. Divê dorpêç di zûtirîn demê de bê rakirin. Jiyan li wir di xetereyek mezin de ye. Divê dorpêç berî ku trajediyên mezintir çêbibin, bê rakirin.”