‘Êrîşên li ser peykeran tenê ne kiryarên wêrankirinê ne’

Endama Rêveberiya Heyva Zêrîn a Rojava Şîrîn Reşîd, destnîşan kir ku hedefgirtina peykerên şervanan li Reqa û Tebqayê ne tenê kiryarek wêrankirinê ye, her wiha êrîşek li ser sembolek azadî û berxwedanê ye.

ESMA MIHEMED

Qamişlo — Li bajarên ku ji tariya tundiyê derdikevin ber bi ronahiya jiyanê ve diçin, sembol bi tesadufî çênabin. Ew bi berhevkirina êş û bîranînê têne şekilkirin. Ji ber vê yekê peykerê şervanan li Reqa û Tebqayê ji berhemeke peykersaziyê bêtir e.
Peykerê jinê daxuyaniyek dîtbarî ya serdemek dîrokî bû ku têgeh hatine berovajîkirin û jinan di şûna roleke pasîf de rolek çalak girtine . Ji ber vê yekê, wêrankirina wê ne kiryarek wêrankirinê ya asayî bû, her wiha kiryarek li dijî wateyek civakî û çandî ya ku bi salan berxwedanê hatiye şekilkirin, li dijî bîranînek civakî ku hewl dida pêşerojek cûda ava bike ye jî. Endama Rêveberiya Heyva Zêrîn a Rojava Şîrîn Reşîd, tekez kir ku danîna peykeran a ji bo rêzgirtina "şehîdan" li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne "bîranîneke sembolîk" bûye, delîlek jî bûye ku veguherînên mezin ên ku herêmê derbas kirine “ne wekî encama tawîzan, bi saya qurbaniyên kûr çêbûne.” Şîrîn Reşîd bi bîr xist ku şervanên jin ne tenê li dijî rêxistineke leşkerî, di heman demê de li dijî pergaleke rewşenbîrî ya kûr a ku jinan ji holê radike û şiyana wan a fikirîn û biryardanê înkar dike jî, şer dikin.

‘Zayîna hişmendiyeke civakî ya nû’

Civakên Reqa, Tebqa û Dêra Zorê berî şoreşê, xwedî nêrînek sabît bûn. Ji bo jinan hema hema li derveyî malê ku tenê qada civakî ya pejirandî ye, cîhek din nedidîtin. Şîrîn Reşîd diyar kir ku, derketina jinan ber bi qadên şer û karên giştî ve ne tenê guhertina rolê bûye û wiha domand: “Hilweşîna pergaleke têgehan bû ku bi salan dom kiribû û ev yek peykerê wê, kir îlana jidayîkbûna hişmendiyeke civakî ya nû. Piştî sala 2011’an avakirina desthilatdariya xweser cihên ku berê ji bo jinan negihîştî bûn vekir. Jin êdî dixebitin, dinvîsin, beşdarî rêveberiyê, ewlehiya civakî, çand û hunerê dibin û heta çekan hildigrin da ku tax û zarokên xwe biparêzin. Ev veguherîn ne tenê guhertinek rûkal bû; berovajî vê, ji nû ve wê şekil da awayê ku civak û jin dihatin pênasekirin, nîşan da ku jin êdî ne hebûnên girêdayî ne, hevkarên ku çarenûsa xwe bi xwe diafirînin in. Divê qanûnên zelal hebin ku destkeftiyên jin û gelan biparêzin û êrîşên li ser mîrateya civakî ceza bikin.”

Peyama rûxandina peyker: Vegerandina demê û jêbirina rola çalak a fîgura jinê

Şîrîn da zanîn ku rizgarkirina herêmê ji DAIŞ’ê şer bi dawî nekiriye, sembola guherînek ji şerê leşkerî bo têkoşîna rewşenbîrî bûye û wiha pê de çû: “Jinên ji paşxaneyên muhafezekar beşdarî qadên çandî, şanoyî, muzîkê û siyasî bûn, ‘şokek erênî’ afirandin ku hişmendiya civakî ji nû ve şekil da. Vê yekê îspat kir ku gel dikarin bi azadî bi hev re bijîn. Wêrankirina peykerê, peyamek zelal hildigire: ‘Vegerandina demê û jêbirina rola çalak a fîgura jinê.’ Di nav sedemên hedefgirtina sembolê de ev e ku hebûna wê di qada giştî de bi berdewamî ji me re bibîr dixe ku jin dikarin şer bikin, hikum bikin û bifikirin. Ji ber vê yekê, hewldana jêbirina şopên dîtbarî, armanc dike ku bandora wê ya giyanî qels bike.”

‘Raman ne di kevir de, di hişmendiyê de dijîn’

Şîrîn Reşîd destnîşan kir ku ev ji êrîşên li ser laş an sembolên kesane yên şervanên jin ne cuda ye û wiha got: “Ev kiryar tirsek kûr ji ramana jina azad nîşan didin. Ji ber ku ji bo wê zîhniyetê, peyker ne tenê kevir e, her wiha daxuyaniyek domdar e ku serdestiya mêran dişkîne. Lê belê, tevî vê kiryarê, raman bi rakirina peykerê nayê jêbirin, ji ber ku ‘raman ne di kevir de, di hişmendiyê de dijîn’. Tovên azadiyê yên ku bi salan rêxistin, perwerde û dayîna windahiyan hatine çandin, nikarin bên rakirin. Ev tovên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan û her tiştê ku bi ezmûna dîrokî hatiye çandin, vediguherin bîranînek civakî ku jêbirina wê dijwar e.”

‘Bîrdarî ji bo nifşan dijî’

Şîrîn Reşîd diyar kir ku di serdema pêş de dibe ku hewldanên tundtir ên li dijî jinan çêbibin û sedema wê jî wiha vegot: “Ji ber ku piştî ceribandina azadiyê, jinan li şûna bêdengiya ku dixwestin li ser wan were ferzkirin, hêza dayîna biryaran kifş kirine. Ev bingeha şerê hişmendiyê ye û her hewldanek ji bo zordariyê dê hişmendiyek dijber biafirîne. Dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" êdî ne dirûşmeyeke siyasî ye, bûye ezmûneke jiyanê ku di bîra keç û zarokan de kok vedide. Ji ber vê yekê, rakirina peykerê dê wateya wê ji holê raneke, ji ber ku dema ku bîr di zarokatiyê de tê şekilkirin, ew ji bo nifşan zindî dimîne.”

‘Divê qanûnên zelal hebin ku destkeftiyên jin û gelan biparêzin’

Şîrîn Reşîd diyar kir ku parastina van sembolan divê bi perwerde û çandê dest pê bike û bi qanûnan were xurtkirin. Şîrîn got Ji ber ku sembol ji fîgurên takekesî bêtir in; ew bingeha têkoşîna gel a ji bo azadiyê ne û wiha pê de çû: “Divê qanûnên zelal hebin ku destkeftiyên jin û gelan biparêzin û êrîşên li ser mîrateya civakî ceza bikin. Pêdiviya Sûriyeyê bi pergaleke hiqûqî ya nûjen heye ku dê abîdeyên xwe, sembol û qadên giştî wekî beşek ji nasnameya xwe biparêze. Divê êrîş ne tenê wekî kiryarên wêrankirinê, wekî êrîşek li ser civakê jî bên hesibandin.”
‘Azadî dibe hişmendî û vediguhere çarenûsek dîrokî’
Şîrîn Reşîd di berdewama axaftina xwe de got “Maf nayên dayîn, ew têne girtin” û bi van gotinan bidawî kir: “Îro, em di serdemekê de ne ku jin hewce ne ku xwe birêxistin bikin û ji bo parastina destkeftiyên ku ji sala 2011’an vir ve bidest xistine, bêtir bixebitin. Ev destkeftiyên ku bi saya qurbaniyan hatine avakirin, nekarî bên vegerandin. Ji ber ku jinên ku di şert û mercên herî dijwar de hebûn, dê her gav rêya xwe ya vegerê nav qada giştî bibînin. Çiqas hewldanên ji bo dûrxistina wan dijwar bin jî. Ji ber ku dema azadî dibe hişmendî, ew hişmendî vediguhere çarenûsek dîrokî û nekarî bê jêbirin.”