Êrişên li ser herêmê didomin

Êrîşên çeteyên HTŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk li dijî Bendava Tişrin, Tebqa û Reqa didome.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên çeteyên HTŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk li dijî Bendava Tişrin, Tebqa û Reqa didome.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî  derbarê mijarê de ji ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî û diyar kir ku ew bi navbeynkariya hinek hêzên navnetewî hewl didin ku rewşê aram bikin û bang li gel kir ku li dora şervanên xwe kom bibe û di baweriya xwe de bi israr bin. Her wiha Berdevkê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî ji RONAHÎ TV re axivî û diyar kir ku Hikumeta demkî  zêdeyî 100 hezar çete êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û destnîşan kir ku Hêzên Naveneteweyî perpirsên êrişên li ser girtîgehên DAIŞ'ê ne.

Êrîş didomin

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, komên çete di van kêliyan de bi obusan êrîşî avahiyên Tişrînê dikin. Avahiyên ku tên hedefgirtin, aydî rûniştvanên bajarokê ne. 

Her wiha Çeteyên dewleta Tirk û çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Gire Siryetêl bi tankan êrîş kirin û şervanên QSD û YPJ jî bersiv didin.

QSD’ê çeteyek DAIŞ’ê girt

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan çeteyekî şaneyên DAIŞ`ê ku hewl dida li bajarê Reqayê aramî û ewlehiyê têk bibe, girt.

QSD`ê diyar kir ku ew erkên xwe yên pêkanîna ewlehî û aramiya hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

QSD û YPJ 2 tang û wesayîtek zirxî îmha kir

Şervanên QSD û YPJ’ê êrîşa çeteyan a li ser Bendava Tişrînê têk birin. 2 tank û wesayîteke zirxî îmha kirin.

Çeteyana cara din bi hejmareke mezin a tankan êriş kirin. Şervanên QSD û YPJ’ê bi çekên navîn û dronan bi awayeke xurt bersiv da. 2 tank û seyareyeke zirxî îmha kirine. Cara duyemîn jî erişan çeteyan hat têkbirin û çete paşve vegeriyan.