Êrîşên li ser goristanan binpêkirina nirxên mirovî ye
Cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam, êrîşên xwe yên li dijî civak û baweriyên cuda yên li Sûriyeyê didomînin. Bejahiya Humusê û goristinên li keviyên Sûriyeyê jî bûn hedefa êrîşan.
ESMA MUHAMMED
Qamişlo – Êrîşên li dijî goristan û sivîlan ne tenê binpêkirina nirxên olî û hiqûqî ye; li ser jiyana bi hev re ya hevgirtiyên li Sûriyeyê jî gefeke eşkere ye. Divê ku civaka navnetweyî di warê parastinê de berpirsyariyên xwe yên lezgîn bi cih bîne.
Cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam, li gundê el-Hazimiye ê li bakurê Humusê, kevirên goristaneke aydê mezheba Şiî texrîb kir. Vê êrîşa ku li dijî miriyan hat kirin, berê jî li Efrîna dagirkirî ji aliyê leşkerên bi pere yên girêdayî dagirkeriya Tirk hatibû kirin.
Di tevahiya şerê Sûriyeyê de gelek goristan û perestgehên olî, ji aliyê kesên ku şer dikin ve bi hincetên olî û bîrdozî, yan tên hilweşandin an texrîbkirin an jî talankirin. Di hinek rewşan de jî goristan bi temamî hatin rakirin û li cihê wan avahî hatin çêkirin.
‘Êrîşên li ser goristanan nayên qebûlkirin’
Endama Mala Jinan a Qamişloyê Nafiya Esad, bal kişand ku divê bi tu awayî dest nedin miriyan û got ku ew dayîka şervanek ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye ye kesên ku ji bo welatê xwe fedakarî kirine divê bi rêzdarî werin bibîranîn û da zanîn ku êrîşa li ser goristanan, vekirina wan û hilweşandina wan bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Nafiya Esad wiha got: “Binpêkirinên li dijî goristanên Şiî û perestgehên wan, hatine kirin, bi heman rengî li Efrîn û Minbicê jî ji aliyê leşkerên bi pere yên Tirk ve hatine kirin, kevirên goran hatine xirabkirin. Ev yek berdewamiya wan êrîşan in. Ev yek binpêkirina hiqûqa navneteweyî, nirxên olî û mirovî ye. Ev yek tenê destnedayîna miriyan binpê nake, di heman demê de li dijî hemû civakê peyama gefê ye. Hewl didin di navbera hevgirtiyên ji baweriyên cuda de mercên jiyana bi hev re nehêlin, kaosê çêbikin û tirsê bixin dilê welatiyên bêguneh. Ev binpêkirin, meseleyek civakî ye, heta tu bibêjî bi xeter e.”
‘Li cihekî ku rûmeta miriyan neyê parastin de civak çawa were parastin’
Nafiya Esad wiha domand: “Me hêvî dikir ku hikumeta nû ya Sûriyeyê pergaleke demokratîk a ku hemû mezheb û hevgirtiyên civakî biparêze ava bike. Em qet nefikirîbûn ku dê em ê bikevin merheleyek ku mafê rûmeta miriyan weere binpêkirin. Ger hikumet goran û goristanan nikaribe biparêze dê civakê çawa biparêze?
Nafiya Esad diyar kir ku bêdengiya saziyên fermî ya li dijî van binpêkirinan, bi taybetî ji bo di serî de dayîkên ku zarokên wan hatine kuştin, êşên malbatên ku ji şer zirarê dîtine kûrtir kiriye.
Li ser êrîşên li dijî peravên Sûriyeyê jî Nafiya Esad wiha got: “Êrîşên li ser goristanan nîşan didin ku bi guherîna rêveberiya Sûriyeyê re tiştek neguheriye, heman binpêkirinên ku berê dihatin kirin didomin. Em li bendê bûn ku rêveberiya nû gavên ber bi edaletê ve bavêje, destkeftiyên gel biparêze û mafê jiyanê û rûmeta her mezhebe bigre bin temînatê lê tiştên em îro dibin şahid dijberî vê ne. Êrîşên hovane yên li dijî goristanan, nîşan didin ku riya ji bo parastsina mafan û civakan hê pir dûr û bi asteng e.”
Gefa li ser beşên civakî ewlehî û îstîqrarê
Nafiya Esad bal kişand ku van êrîşan tenê li dijî miriyan nîn in, gefek li ser ewlehî û îstîqrara civakê ye û wiha berdewam kir: “Bi vê yekê jiyana bi hev re ya hevgirtiyên cuda tê hedefgirtin û asta xetera mezhebperestiya ku gefê li hemû civakê dixwe nîşan dide. Divê sazî û civaka navneteweyî demildest mudaxele bike, dawî li van kirinan bîne û hesab bixwaze. Divê tekez mafên welatiyê li Sûriyeyê, nirxên olî û mirovî werin parastin.”
‘Em hemû yek in me ji bo vî welatî hemûyan bi hev re zarokên xwe feda kir’
Nafiya Esad, bal kişand ku parastina goristan û abîdeyên dîrokî û olî peywireke sembolîk nîn e; ji bo parastina ewlehiya civakî û îstîqrarê hêmaneke sereke ye û wiha got: “Gelê Sûriyeyê bi salan e bi hev re dijî, êrîşên wiha di navbera hevgirtiyan de cudabûn, mezhebperestî û dijminahiyê çêdike. Welat ne bi mezhebperestiyê bi yekîtiya gel ava dibe. Weke dayîkên şehîdan, em van êrîşên ku hemû hevgirtiyan û goristanan hedef digrin şermezar dikin û red dikin. Zarokên me ji bo avakirina welat canê xwe feda kirin, em ê nehêlin xwîna wan li tewşê biçe. Texrîbkirina goristanên Şiî yan jî goristanên ji mezhebên din nayê qebûlkirin. Em yek in, me ji bo vî welatî hemûyan bi hev re zarokên xwe feda kir.”
Endama Mala Jina a Qamişloyê Nafiya Esad herî dawî vê peyamê da: “Ez bang li dayîkên şehîdan dikim: Li dijî vê zulmê û êrîşên ku didomin divê em destên xwe bidin hev, bi taybetî ji bo xwe biparêzin divê em bibin yek. Parastina goristan û perestgehên olî, peywira me hemûyan e. Ji bo avakirina edalet, aştî û jiyana bi hev re divê bêyî cudahiya olî yan jî mezhebi, mafên bingehîn ên hemû hemwelatiyan werin parastin.”