Êrişên HTŞ’ê didomin: Li Reqayê çeteyan 2 jin qetil kirin
QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek êrîşên çeteyên HTŞ yên cîhadî li dijî Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şikandin. Di êrîşên van çeteyan de li Reqayê du jin hatin kuştin.
Navenda Nûçeyan – Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrîşên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ya cîhadîst hat ku gelek bajar û bajarokan hedef girt. Di nav van êrîşan de hewldanên ketina nav ref û revandinê hebûn, lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn karîn piraniya van êrîşan têk bibin.
Çeteyên HTŞ’ê ya cîhadîst 2 jin ji eşîra Elî Zirî ya Kurdî li taxa Diriyê ya bajarê Reqayê qetil kirin.