Êrîşên hewayî yên li dijî Îranê didome: Tahran dibin êrîşên dijwar deye
Êrîşên mûşekî û hewayî yên DYA û Îsraîlê li dijî navendên leşkerî û siyasî yên Komara Îslama Îranê bi dijwarî didome. Gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê rastî êrîşên dijwar hatin.
Navenda Nûçeyan – Îro di saetên sibehê de, êrîşên mûşekî û hewayî yên DYA û Îsraîlê li dijî navendên leşkerî û siyasî yên Komara Îslamî bi dijwarî pêkhatin. Di dîmenên hatî weşandin de diyar dibe ku ev du roje Tehran dibin êrîşên dijwar dene û gelek navendên girîng ên biryargirtin û leşkerî yên rejîma Îranê wêran bûne.
Bajarên Kermanşan, Xurmebad, Şîraz, Bandar Abbas, Esfehan, Germdereh, Şehr-î Quds, Vardewerd, Qum û Kerec di nava bajarên ku dibin hedefa êrîşên dijwar de cih digire.
Her wiha duh, avahiya Meclîsa Pisporan li Qumê, ku yek ji saziyên biryardanê yên rejîma Îranê ya girînge, hate hedefgirtin. Hinek saziyên medyayê diyar kir ku ev êrîş, êrîşa hedefgirtinê ye hinek endamên Meclîsa Pisporan jiyan xwe ji dest dane. Lê belê heta niha derbarê windahiyên canî de ti agahî nehate parvekirin.
Navendên leşkerî yên rejîmê bû hedefa êrîşan
Ji dervî vê, navendên leşkerî yên rejîma Îranê ji Urmiye heta Îlanê li bajarên Kurdistanê, hatin hedefgirtin. Saziyên girêdayî Wezareta Îstixbaratê, Muhafizên Şoreşê, Muhfizên Sînor, Besîc û Hêza Hewayî li bajarên Ûrmiyê, Mehabad, Pîranşar, Serdeşt, Baneh, Saneh, Merîwan, Dêhloran, Ciwanro, Paweh, Revansar, Salas Bavocanî, Kirmaşan, Serpol Zehab, Şebad, Kerand Xerb, Kengavar, Îlam, Xuremabad û hwd. bûn hedefa êrîşan.
Li navendên bajaran hêzên rejîmê hatin bicihkirin
Li gorî raporên hatin weşandin, bi berdewamkirina êrîşan re hemwext hêzên ewlehiyê li navendên bajaran hatin bicihkirin. Hate diyarkirin ku li bajarên wek Mihabad û Pîranşehrê, di navbera gel û hêzên girêdayî rejîmê de pevçûn derket.
Di heman demê de nûçeyên ku hêzên ewlehiyê li mizgeft, dibistan, cihên tenduristiyê û qadên vekirî bicih bûne hatin weşandin.
Nûçeyên ku derbarê fermana tahliyeya Merîwan û Xûramabad jî derketin holê. Lê belê ev îdea, ji aliyê medyaya girêdayî Muhafizê Şoreşê ve hate derwandin.