‘Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî destkeftiyên şoreşa jinan e’

Jinên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne ji ber dîroka wê bi komkujiyan û qirkirina gelan tijî ye û gotin: “Êriş li dijî destkeftiyên şoreşa jinan e.”

DELAL REMEDAN

Hesekê – Dewleta Tirk şeva 23’ê Cotmehê êrişên qirkirinê bir ser gelek herêmên Bakur û Rojhilarê Sûriyê. Di encama êrişan de jin û zarok jî di nav de 17 welatî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. Jinên ji bajarê Hesekê yên li dijî êrişan bertek nîşan dan gotin ku êriş li dijî destkeftiyên şoreşa jinan e û anîn ziman ku ew ê heya dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin.

‘Dewleta Tirk bi dijberiya xwe ya li hember pêkhateyan tê nasîn’

Cîgira Seroka Nûnertiya Giştî ya Ciwanan a Partiya Niştîmanî ya Sûriyê Esmaa El Mela got: "Ev ne cara yekê ye dewleta Tirk a dagirker binesaziya herêmê hedef digre. Ev ne tiştekî nû ye. Dîroka dewleta Tirk bi komkujiyan tijî ye û heta roja me ya îro jî di kiryarên xwe de dewam dike. Dewleta Tirk bi dijberiya xwe ya li hember pêkhate û gelên resen naskirî ye."

‘Divê hemu pêkhate li dijî êrişan destê xwe bikin yek’

Esmaa El Mela wiha dewam kir: "Armanca ji êrişan belavkirina qerebalixê û ne aramiyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dewleta Tirk herdem bi riya êrişên xwe li dijî herêmên me dixwaze tirsê bixe nav gel de û wan koçber bike. Her wiha bi van êrişan hewl dide kirîzên xwe yên hundirîn derxe derve. Dewleta Tirk a dagirker herêmên me bi hincetên derew dike hedefa xwe ji bo van êrişan rewa bike. Divê hemû pêkhate li hember van êrişan destê xwe bidin hev û di rûyê êrişan de bisekinin û xwe bi hêzên Sûryaya demokratîk QSD re girê bidin. Ez bang li ciwanan bi taybet dikim ku bi şerê taybet neyên xapandin û Şerê Gelê Şoreşgerî pêk bînin."

‘Bi êrişan dixwaze jiyana li heremê têk bibe’

Endama Meclisa Navendî ya Partiya Niştîmanî ya Sûriyê Şeymaa Xelef jî êrişên dewleta Tirk ên herî dawî li dijî herêmê pêk anî şermezar kir û wiha got: "Ji 13 salan ve dewleta Tirk herêmên me bi hemû awayan dike hedef lê belê di demên dawî de dest bi hedefgirtina navendên xizmetê kiriye. Heta firinên nan ji êrişên wî nefilitî ne. Dewleta Tirk armanc dike awayên jiyanê li herêmê têk bibe. Herdem zarok û jin di êrişan de jiyana xwe ji dest didin. Ew jî bi armanca têkbirina destkeftiyên jinan di şoreşa 19’ê Tîrmehê de bidestxistine û têkbirina fikrên azad e. Em baş dizanin dewleta Tirk a dagirker çi dike û çi plan danîne pêşiya xwe."

‘Em gelê heremê li kêleka hev in’

Şeymaa Xelef bêdengiya navdewletî ya li hember êrişên berdewam li dijî herêmê şermezar kir û wiha domand: "Dewletên navneteweyî tenê weke temaşevanên van êrişan in. Nerîna xwe jî di vê derbarê de nadin. Ev êriş bi erêkirina van dewletan çêdibin. Dewleta Tirk a dagirker dem û dem çrişan pêk tîne bi armanca fitneyan li herêmê çêbike. Divê hemû gelên herêmê asta berxwedana xwe bilind bikin û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker rawestin. Em weke gelê herêmê li kêlek hev in. Armanca me çareserkirina kirîza Sûriyê ye û em herdem hewil didin çareseriyên siyasî ji bo avakirina Sûryayeke demokratîk azad deynin."