Êrîşên çeteyên HTŞ yên li dijî Rojavayê Kurdistanê didomin

Êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî dewleta Tirk, li dijî Rojavayê Kurdistanê didomin. Li gorî daxuyaniyên QSD’ê rûxmê agirbestî çeteyan 6 caran agirbestê binpê kir.

Navenda Nûçeyan- Rûxmê agirbestê jî, êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, berdewam in.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî teqîna li deriyê Til Koçer/Yarûbiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Îdiayên wezîrê parastinê yê rêveberiya Şamê ku dibêje hêzên QSD’ê êrîşê depoya cebilxaneyê ya li herêma Til Koçer/Yarûbiyê kiriye, ne rast in. Em diyar dikin ku tu çalakiyên leşkerî yên hêzên me li wê herêmê tune ne, me tu karekî wisa li wir nekiriye. Li gorî agahiyên rast, bûyer ji ber veguhestina cebixlaneyê ji hêla komên Şamê ve pêk hatiye û tu têkiliya hêzên me pê re tune ye."

QSD: Çeteyan 6 caran agirbest binpê kir

QSD’ê her wiha ragihand ku HTŞ’ê agirbesta ku duh hatiye ragihandin, 6 caran binpê kiriye.

Di berdewamiya daxuyaniya QSD’ê de wiha hat gotin: "Tebî peymana agirbestê ketiye meriyetê jî komên Şamê êrîşên xwe li dijî herêmên Cizîrê û Kobanê didomînin. Ev yek binpêkirina bendên peymanê ye.

Agirbest, duh, saet 20.00’an ket pratîkê lê van koman piştî wê saetê gelek erîşan pêkanîn.

Êrîşên piştî ketina peymanê ya pratîkê li van deveran hatin kirin: “Duh êvarê, 20.10’an, komên HTŞ’ê bi çekên giran zêdetirî saetekê bajarokê Zirganê yê bakurê Hesekê topbaran kirin. Di saet 20.20’an’an de jî komên HTŞ’ê bi çekên giran êrîşî gundê Til Barod ê li ser riya Spî-Spî ya başûrê Hesekê kirin. Îro saet 11.30’an de HTŞ’ê li derdora bajarê Sirînê êrîşê hêzên me kirin, hêzên me bersiv dan êrîşê û wan têk birin.Her wiha saet 11.45’an de jî karwanek HTŞ’ê li ser rêya Basil a li ser riya Spî-Spî ya başûrê Hesekê êrîşî hêzên me kir. Piştî danê nîvroyê di saet 14.10’an de, careke din li derdora bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê êrîşê hêzên me kirin û rastî bersiva hêzên me hatin. Danê nîvro saet 14.45’an de careke din HTŞ’ê bi çekên giran gundê Hemdon ê başûrê Kobanê topbaran kir, jinek şehîd bû.

Em diyar dikin ku em li gorî peymana agirbestê tevdigerin, em bang li aliyên garantor û civata navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û van binpêkirinan bişopînin da ku parastina welatiyan û aramiya herêmê were misogerkirin."