Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê didomin: Zarok tên hedefgirtin

Di êrîşên Îsraîlê yên li Zîvala Xezayê de du jê zarok, 9 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku alîkariya ji Filistîniyan re tê astengkirin, gelek zarok ji birçîna dimirin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê bênavber didomin. Li Xezaya ku hemû binesaziya wê hilweşiyaye, pergala tendirustiyê rawestiyaye, ji ber ku alîkarî tên astengkirin mirov tî û birçî ne.

Li gorî agahiyên çavkaniyên tenduristiyê yên li Zîvala Xezayê, artêşa Îsraîlê li bajaroka Beyt Lahiya ya li bakurê Zîvala Xezayê, nêzî dibistana seretayî Tel Er-Rabî êrîşê mala malbatek lê dima kir û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku komên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo jineke ku tê texmînkirin di bin xirbeyan de maye xebatên lêgerînê didomînin.

Zarok tên hedefgirtin

Li Taxa Şucaiye ya li rojhilatê Xezayê di êrîşa li ser malek de du kes hatin kuştin. Li rojavayê bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Xezayê; li dijî konên sivîlên koçber êrîşa bi topan çêbû, zarokek keç hat kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.

Li Kampa Es-Semûd a li heman herêmê jî zarokek bi guleyên leşkerên Îsraîlê ji piyê xwe birîndar bû.

Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku di deryaya Xan Yûnis de ji ber êrîşên Îsraîlê du masîgir birîndar bûme, her wiha herêma Es-Semîn bi topavêjan hatiye hedefgirtin. Li aliye din rojên derbasbûyî, ji ber bombebarana li ser dibistaneke ku sivîlên ji Kampa El-Bureyc hatibûn derxistin, lê bi cih bûbûn, zarokek winda bûbû, îro cenazeyê wî hatiye dîtin.

Cihê bazarê hat bombekirin

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku Îsraîlê li cihê bazarê daye, ji 100'î zêdetir sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyan di navbera kesên mirî de zarok jî hene.

Gelek kes ji birçîna dimrin

Li gorî çavkaniyên hikuemta Filistîê ya li Xezayê, li herêmê ji ber tunebûnê rewşa weke xelayê heye. Hejmara kesên ku ji birçîna dimrin bû 57 û gelek ji wan zarok in.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe

 

Artêşa Îsraîlê, piştî agirbesta di 19’ê Çileyê de ket meriyetê, 18’ê Adar careke din dest bi êrîşên tund kir. Ji ber êrîşan extiyar, jin û zarok jî di nav de 2 hezar û 545 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, 6 hezar û 856 kes jî birîndar bûn. Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve bi êrîşên ku dest pê kirin re, 2 hezar û 653 kes mirin, 118 hezar û 897 kes jî birîndar bûn.