Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê di roja 46’an de ne

Di êrîşên Îsraîlê yên ku bênavber didomin de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 13 hezar û 300.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê di roja 46’an de didomin. Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve didomin de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane herî kêm gihîştiyê 13 hezar û 300 kesan.

Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê de hat diyarkirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 5 hezar û 600 ji wan zarok, 3 hezar û 550 jin in. Wezaretê di daxuyaniya xwe ya berî de ragihandibû ku hejmara birîndaran zêdetirî 30 hezar kesan e lê ev hejmar ji ber rewşa nexweşxaneyan nehatiye nûkirin.

Li aliyê din li Xezayê hema bibêje avahî hemû hatine hilweşandin û tê zanîn ku di nava xirbeyan de mirov hene. Tê diyarkirin ku 60 hezar kesên di bin xirbeyan de mane yan jî cenazeyên wan nayên dîtîn winda ne.

Xizmên esîran civîn terikandin

Hat diyarkirin ku xizmên esîrên ku di destên Tugaya Îzzeddîn el-Kassam de ne civîna Kabîneya Şerê Îsraîlê ya ku hat lidarxistin terikandin. Li gorî nûçeya rojnameya Haaretz ya Îsraîlê daxuyaniya rayedaran a di civînê de bi gotinên; "Armanc qedandina Hamasê û azadkirina girtiyan xwedî girîngiyeke wekhev e" ji aliyê xizmên girtiyan ve rastî bertekê hat û hinek xizmên esîran civîn terikandin.

Hamas: Em nêzî agirbestê ne

Li ser hesabê Telegramê yê Hamasê daxuyaniya Serokê Buroya Siyasî ya Tevgera Îsmaîl Heniye ya der barê agirbestê de cih girt wiha hat gotin: “Tevger ji bo agirbestê bersiv da Qatar û navbeynkaran. Em nêzî biryara agirbestê ne.”

Her wiha rayadarê Hamasê Îzzet el-Rişk ê ku ji televîzyona Al Jazeera re axivî got: “Di peymana beranberî hev de  dê jin û zarokên Îsraîlî jî berdêla berdana zarok û jinên Filistînî yên di zindanên Îsraîlê de bên berdan.” Der barê agirbesta demkî de jî Îzet El-Rişq got ku bazara dema agirbestê û alîkariyên ku ji bo Xezayê bên şandin berdewam dikin. Îzzet El-Rişk di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku kitekitên peymanê ji aliyê rayedarên Qatarê ve dê werin diyarkirin. Der barê mijarê de Îsraîlê hê tu daxuyanî nedaye.