Êrîşên Îsraîl û Îranê li dijî hev didomin

Şerê ku Îsraîlê bi êrîşên ku bi navê ‘Operasyona Şêrê Bilind dibe’ da destpêkirin, berdewam dike û Îran ji bersiva van êrîşan dide.

Navenda Nûçeyan – Şêrê ku artêşa Îsraîlê bi îdiaya ‘pêşîlêgirtina hilberadine çekên nukleer’ li dijî Îranê dest pê kiriye û navê ‘Operasyona Şêrê Bilind dibe’ lê kiriye, bi êrîşên li dijî hev didome. 

Li gorî agahiyên ku rayedarên hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) parve kirin; di rewşa pêla duyem a Îranê de, nêzî 100 fuze hatine avêtin. Beşek ji fuzeyan ji aliyê pergala parastina hewayê ya Îsraîlê Qubeya Hesin ve hatin îmhakirin lê belê hinek jî li qadên bicihbûnê ketine. 

Êrîşên li dijî Tel Avîvê

Êrîşa li dijî Tel Avîvî hemû dinyayê bi awayê zindî temaşe kir. Hinek ji fuzeyên Îranê avahiyên bajarê Ramat Gan ê li rojhilatê Tel Avîv ketin. Li bajar tevahiya şevê sivîl di jêrzemînan de man, di dîmenan de tê diyarkirin ku teqîn di avahiyan de, bûye sedema xisarên mezin. Li gorî daxuyaniyên fermî, heta niha hejmara kesên di êrîşa 6’emîn a Îranê de jiyana xwe ji dest dane 3, hejmara birîndaran jî 91 e.

Êrîşên li dijî Îranê

Li aliyê din êrîşên Îsraîlê li dijî Îranê didomin. Balyoz û Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îrwanî got: “Îsraîl tesîsên nukleer jî di nav de binasaziyên sivîl û qadên bicihbûnê kiriye hedef. Li gorî agahiyên destpêkê 78 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 320 kes jî birîndar bûne. Emîr Seîd Îrwanî ragihand ku DYA di alîkarî û hewldana van sûcan de hevkar e û piştgiriya îstîxbaratî û siyasî ji bo êrîşên Îsraîlê dike.

Qirêjiya nukleer heye

Hat diyarkirin ku Îsraîl, li Îranê Santralên Nukleerî yên li Fordo û Îsfahanê kirine hedef. Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Mariano Grossî, diyar kir ku Îsraîlê beşa jorîn a Tesîsa Nukleerî ya Natanzê, Îsfehan û Fordo li Îranê wêran kiriye. Mariano Grossi diyar kir ku di hundirê tesîsan de qirêjiya radyolojîk û kîmyewî heye û ragihand ku rewş niha ‘di bin kontrolê’ de ye.