Êrîşên Îsraîlê didomin: 11 Filistînî jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên Îsraîl de 11 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Tenê di meha Hezîranê de Îsraîl êrîşî 11 navendên xwe spartinê kir, li aliyekê jî darên zeytonan dibirin û texrîb dikin.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîl li Xeza hedefgirtina herêmên sivîl didomîne. Li beşên Rojhilat û Başûrê bajarê Xeza, bi taybet êrîşên hewayî li dijî taxên Zeytun, Şucaiyye û Tuffah dijwar kiriye.
Artêşa Îsraîl 4 dibîstanên ku Filistîniyên ji bajarê Xeza ku dibin gefa êrîşan deye ji cihê xwebûne û xwe spartinê kir hedef.
11 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
Çavkaniyekê ji nexweşxaneya Şehîdan a Aksa ku li bajarê Deyr-el-Belah e, diyarkir ku cenazeyê 5 Filistîniyên di êrîşa artêşa Îsraîl a bi dronan li dijî kampa koçberan a Şatî ku li Rojavayê bajarê Xeza de jiyana xwe ji dest dane anîne nexweşxaneyê.
Heman çavkaniyê da zanîn ku artêşa Îsraîl, bajarokê Cibaliya yê li bakurê Xeza Filistînî kir hedef û cenazeyê 4 Filistîniyên jiyana xwe ji dest dane û hejmarek zêde ya birîndaran gihandine nexweşxaneyê.
Di daxuyaniya ji aliyê nexweşxaneya El-Avda ve hatî dayîn de hate destnîşankirin ku cenazeyê 1 kesê û 23 birîndarên di encama hedefgirtina artêşa Îsraîl ya Filistîniyê li benda alîkariyê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne gihaye nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyên ji çavkaniya qada tenduristiyê hatiye bi destxistin, artêşa Îsraîl, herêma Mevasî ku konên Filsitiniyên ji bajarê Xan Yunus yê başûrê Xeza ji cihên xwebûne li dimînin kir hedef. Di encama êrîşê de 1 Filistînî jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.
Ji 7 cotmehê heta niha 56 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xeza de herî kêm 56 hezar û 500 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 133 hezar û 419 kes jî birîndar bûne. Ji 18’ê Adarê ve ku Îsraîl agirbest xirabkirî ve di êrîşên li dijî Xeza de 6 hezar û 89 kesan jiyana xwe ji dest dan, 21 hezar û 13 kes birîndar bûn.
Navendên xwespratinê hatin hedefgirtin
Hate diyarkirin ku artêşa Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li Zîvala Xeza 256 navendên bicihbûn û tehliyeyê ku zêdeyî 700 hezar Filistînî lê bicihbûne kiriye hedef.
Tenê di nava meha Hezîranê de, Îsraîl êrîşî zêdeyî 11 navendên xwespartinê kiriye, hate diyarkirin ku ev sûce û li dijî hemû peymanên hiqûqa navnetewî û miroviye.
Hate diyarkirin ku di gel van êrîşan de, hejmara nevanedên xwespartinê ku Îsraîl di pêvajoya qirkirinê de kirî hedef giha 256’an. Zêdetî 700 kesên divan navendan de dijîn, piştî ku malên wan û qadên jiyanê hatin tunekirin, ji pêdiviyên herî bingehîn yên mirovî bê par mane.
Hate destnîşankirin ku piraniya nevendên hatine hedefgirtin saziyên perwerdêne, ev dibîstanên ku bi deh hezaran xwendevan lê perwerde didîtin, ji aliyê Îsraîl ve raste rast hatine hedefgirtin.
Darên zeytonan hatin texrîbkirin
Îsraîl li Şerîaya Rojava nêzî 200 darên zeytonan yên aîdî Filistîniyan birîn û texrîb kirin.
Cotkar Muhemmed Mahamre ku li gundê Susya yê li başûrê bajarê El Halil yê li Şerîya Rojava ya dibin dagirkeriyê de di daxuyaniya dayî de diyarkir ku, komek Îsraîlî ku xaka Filistîniyan xesp kiriye li gund 200 darên zeytonan ên 8 salî texrîb kir û ji kokê rakirin.
Îsraîliyên fanatîk, li bajarokê Azu yê girêdayî bajarê Kalkilya yê Bakurê Şerîaya Rojava nêzî 180 şitlên zeyton û narencî rakirin û texrîb kirin.
16 hezar û 633 êrîş
Li gorî daneyên fermî ên Filistînê, artêşa Îsraîl û Îsraîliyên xaka Filistînê xesp kirine ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Filistiniyên li Qudsa Rojhilat û Şerîaya Rojava yên dibin dagirkeriyê de 16 hezar û 633 êrîş pêkaniye.
21 hezar û 55 dar hatin birîn
Îsraîliyên ku xaka Filistîniyan xesb kirin, piranî di navde darên bi dehan salan yên aîdî Filistîniyan, nêzî 21 hezar û 500 dar birîne, yan jî ziyanek mezin danê.