‘Êrişa li ser zarokan sûcê şer e divê hesab bê pirsîn’

Jinên Efrînê yên li bajarê Helebê dimînin êrişên dewleta Tirk li ser Şehbayê şermezarkirin û gotin: “Hedef girtina zarokan suc e û divê hesab bên pirsîn.”

HESNA MIHEMED

Heleb – Di 18’ê Adara 2018’an de dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî Efrînê dagir kirin. Bi sed hezaran gelê Efrînê ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk neçar man koçî Şehbayê bikin. Ji roja dagirkirina Efrînê heya niha êrişên dewleta Tirk ên li ser Şehbayê jî didomin. Herî dawî di 18’ê Gulanê de dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve êrîşî kantona Şehbayê kirin û di encama êrişê de 3 zarokên di zêviyan de kar dikirin birîndar bûn û yek jiyana xwe ji dest da.

Jinên ji Efrînê ku li bajarê Helebê dimînin, hêrs û helwesta xwe ya li dijî êrişên dagirkeriyê anîn ziman. Jinan gotin divê ji dewleta Tirk hesab bê pirsîn.

‘Divê hesab bê pirsîn’

Rêvebera Komeleya Stêrk a bajarê Helebê Semîra Bekir êrîşên hedefgirtina zarokan şermezar kir û banga xwestina hesabê vê yekê kir û got: “Em êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li Şehabyê û bi taybet hedef girtina zarokan bi tundî şermezar dikin. Zarokên ku hatine hedef girtin di nava zeviyan de kar dikin ji bo debera malbetên xwe pêk bînin. Dewleta tirk zarokên di nava zeviyan de bi êrîşên xwe hedef girt. Em tu carî van êrîşan qebûl nakin. Banga me ji Rêxistian Mafê Zarokan a Cîhanî re heye ku li hember van êrîşên qirker bê deng nmînin û mafê zarokên me ji kujeran bistînin.”

‘Wê berxwedana gel bi serkeve’

Rêvebera Qada Civakî a bajarê Helebê Xedîce Korekcî bal kişand ku li hember dagirkeriyê wê berxwedana gelan bi serkeve û got: “Êrîşên dagirkeriyê li ser Şehbayê berdewam dike û gel û bi taybet zarok hedef tên girtin. Duh 4 zarok hatin hedef girtin û yek jî şehîd bû. Ev kiryar di kîjan qanûn û dewletê de tê qebûl kirin. Banga me jihemû rêxistinên cîhanî re heye ku xwedî li erka xwe derkevin û li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin. Êrişa li ser zarokan zarokan sucên şer in û divê hesab bê pirsîn.”