‘Êrîşa li ser NÛJINHA’yê li dijî kesên li pey rastiyê hatiye kirin’

Nişteciha pêrêzgeha Sar-e Pol a Efganistanê Meryem Ehmedî, êrîşa li ser ajansê şermezar kir ku û got ku hinek kes û kom naxwazin rastî derkeve holê loma êrîşê ajansa ku ji bo eşkerekirina rastiyan dixebite kirine.

BAHARAN LEHÎB 

Sar-e Pol — Azadiya derbirînê mafekî bingehîn ê mirovan e û kevirê bingehîn ê avakirina civaka hişyar û berpirsiyar e. Bi nîşandana rastiyê, eşkerekirina binpêkirinan û bihîstandina dengê mexdûran, medyaya serbixwe di hişyarkirina raya giştî û hesabpirsîna ji rayedar û berpirsan de roleke girîng dilîze. Li hemberî zêdebûna sansur, gef û sînordarkirinên li ser operasyonên medyayê, pêdiviya medyayek azad û serbixwe ji her demê zêdetir e.

Ajansa Nûçeyan a Jinan a Rojhilata Navîn, NÛJINHA, di salên dawî de hewl daye rastiyan û bûyerên ku gelek dezgehên medyayê ji ber sedemên curbecur nikaribûne ragihînin, bide dîtin û bihîstin. Bi balkişandina ser rewşa jinan, mafên mirovan û encamên polîtîkayên sînordarker, ajans bûye dengê jinên ku gelek caran nikarin bigihîjin platformên giştî. Nûçegihaniya lêkolînî, axaftina bi mexdûran re û lêkolîna pirsgirêkên civakî hemû beşek ji mîsyona ajansê ne.

Binpêkirina mafê welatiyan ê gihîştina agahdariyê

Êrîşa sîberî ya li dijî Ajansa Nûçeyan a Jinan ne tenê êrîşeke li ser malper an dezgeheke medyayê ye; di heman demê de binpêkirina mafên welatiyan ê gihîştina agahdariyê, azadiya derbirînê û weşana azad a agahdariyê ye. Êrîşên bi vî rengî bi gelemperî armanc dikin ku dengê serbixwe bêdeng bikin, tirsê di nav rojnamevanan de belav bikin û pêşî li weşandina rastiyê bigrin. Lê belê, ezmûnê nîşan daye ku rastî bi êrîşên sîberî û curbecur zextan nikare heta hetayê were veşartin.

Li hemberî gelek dijwariyên ku rojnamevan û çalakvanên medyayê pê re rû bi rû dimînin, piştgirîkirina medyaya serbixwe û azadiya derbirînê pir girîng e. Berdewamiya xebata dezgehên medyayê yên ku armanc dikin rastiyan ragihînin û binpêkirinên mafên mirovan eşkere bikin, ne tenê ji bo hişyarkirina raya giştî, di heman demê de ji bo parastina bîra dîrokî û belgekirina bûyeran jî girîng e. Êrîşa sîber a dawî ya li ser Ajansa Nûçeyan a Jinan careke din nîşan da ku têkoşîna ji bo azadiya gihîştina agahdariyê berdewam dike û hevgirtin û piştgiriyek berfireh hewce dike.

‘Hinek kes û kom naxwazin rastî derkeve holê’

Meryem Ehmedî, nişteciha parêzgeha Sar-e Pol û xwendevana Ajansa Nûçeyan a Jinan e, di peyamek ku ji me re şandiye de, xemgîniya xwe anî ziman û got: "Ev nêzî sê salan e nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Jinan dişopînim. Sedema sereke ya eleqeya min bi vê dezgeha medyayê re ew e ku bi mijarên di medyayên din de kêm caran tên behskirin, nemaze yên ku bi jinan û kesên rastî binpêkirina mafên mirovan hatine ve girêdayî ne, diweşîne.

‘Ez bi vê êrîşê pir xemgîn bûm’

Dema min nûçe xwend û ji êrîşê hîn bûm, pir aciz bûm. Min hîs kir ku vê êrîşê ne tenê li dijî rêxistineke medyayê ye, her kesê ku dixwaze rastiyê bizanibe hedef girtiye. Dema ku rêxistineke medyayê ji ber weşandina rastiyê tê hedefgirtin, mafê mirovan ê gihîştina agahiyan jî tê binpêkirin. Ez difikirim ku hinek kes û kom naxwazin rastî derkeve holê. Dezgehên medyayê yên ku binpêkirinên mafên mirovan, rewşa jinan û pirsgirêkên civakî nîqaş dikin, dibe ku kesên naxwazin ev rastî werin weşandin aciz kirine. Ji ber vê yekê, hewl tê dayîn ku çalakiyên rêxistinên medyayê yên wiha werin astengkirin, an jî rojnamevanên wan rastî êrîşê tên.

Bi riya vê ajansê, ez çîrokên jin û keçên Efganî, Îranî, Kurd û gelek jin û keçên din hîn bûm. Nûçeyên li ser qedexeyan, tundî û pirsgirêkên civakî perspektîfa min li ser gelek mijaran guherand. Ez her wiha hîs dikim ku dengê jinên pir caran derfeta wan tune ye xwe îfade bikin dibihîzim.

Ez dixwazim ji xebatkarên jin ên ajansê re bibêjim:” Karê ku ew dikin pir hêja ye û gelek xwendevan hewldanên wan teqdîr dikin. Êrîşên sîber û zext divê rê li ber berdewamiya karê wan negirin. Civak hewceyê medyaya serbixwe ye ku bi wêrekî rastiyê nîşan bide û dibe dengê bêdengan.”